Cenazeyê Mucahît Yilmaz piştî 46 roj şûnde hat dayin

  • 11:26 5 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Cenazeyê Mucahît Yilmaz ê li Navçeya Rezan a Amedê li malekê ji aliyê polîsan ve hat kuştin piştî 46 roj şûnde li Gundê Zonê yê Artukluyê defin kirin. 
 
Polîsan di 21'ê Tîrmehê de li navçeya Rezan a Amedê bi ser malekê de girtibûn û di malê de Mucahît Yilmaz kuştibûn. Malbatê piştî 46 rojan cenazeyê Mucahit ê li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê  wergirtin û birin Mêrdînê. Malbata duh çûn Amedê û cenaze wergirtin, anîn Mêrdînê û cenaze li Gundê Zonê yê Artukluya Mêrdînê defin kirin. Malbat û xizmên Mucahit, piştî kar û barên olî bi merasimekê cenazeyê Mucahit defin kirin.