Qeyûmê Amedê serwîsa malpera Kurdî da sekinandin

  • 11:22 5 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî tayînî şaredariyê hat kirin, karê ewil serwîsa Kurdî ya malpera şaredariyê rawestand. 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên HDP'ê yên Mêrdîn, Wan û Amedê kirin. Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirê hatin girtin û li şûna wan Waliyê bajaran tayîn kirin. Li Amedê di 19'ê tebaxê de li şûna Hevşerdarê Amedê Selçuk Mizrakli Walî Hasan Basrî Guzeloglu  tayîn kirin. Li gel Mizrakli, erk û peywira 29 karmend, 8 karker û 2 şêwirmendan bi dawî kir. Qeyûm tayînî şûna Cîgirê Midûrê Giştî yê DÎSKÎ kir û Ahmet Naci Helvaci anîn şûna wî. Du amîre polîsan li midûriyeta çapemeniyê bi cih kirin. Piştî qeyûm tayîni şaredariyê kirin di malpera fermî ya web'ê serwîsa Kurdî rawestand. Serwisa nûçeyan a Kurdî betal kir. Piştî hat ser kar nûçeyên beşa Kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî rawesdant. Qeyûm têkildarî mijarê tu daxuyanî neda. Berê jî di serdema OHAL'ê de Qeyûm Cumali Atilla tayînî şaredariya Amedê hatibû kirin. Dawî li xizmeta pirzimanî anîbû.