DEDAŞ’ê ceyrana Hezexê birî, bajar bê av ma

  • 11:02 5 Îlon 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê, DEDAŞ’ê duh saetên êvarê ceyranên depoyên avê yên bajêr birî. Hevşaredarê Hezexê Murat Şen, bertek nîşanî vê rewşê da û ev nêzîkatî wek “provakasyon û ji gel re bêhurmetî” nirxand. 
 
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, DEDAŞ’ê duh saetên êvarê ceyranên depoyên avê yên bajêr birî. DEDAŞ’ê  wek hincet deynên ku ji qeyûmê maye nîşan da. Bajarê ku nêzî 30 hezar serjimara wê heye bê av ma.
 
Hevşaredarê Hezexê Murat Şen, bertek nîşanî vê rewşê da û got ku dema ew hatine şaredariyê nêzî 3 Mîlyon TL deynê DEDAŞ’ê hebûye û ji vî deynê bi texsîdan daxistine 750 hezar TL yê. Murat, wiha got: “Rojek pêşî em çûn Şirnexê û bi berpirsyarên DEDAŞ’ê re peyivîn û me ji wan re got ku em ê 500 hezar TL yê dîsa bidin. Ji me re soz dan ku dê ceyranan nebirin. DEDAŞ di soza xwe de nesekinî û duh saetên êvarê de ceyranên 4 depoyên avê yên bajêr birîn.”
 
Murat, ev nêzîkatî wek “provakasyon û ji gel re bêhurmetî” nirxand