Dayikên Laçikspî: Nebin alavên lîstikê

  • 10:25 5 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Dayikên Laçikspî bertek nîşanî malbatên ku hatin ber deriyê HDP'ê û gotin "Zarokê min revandine çiya" dan. Dayikên Laçikspî gotin:"Li gor hişê AKP'ê tev negerin û neyên li deriyê HDP'ê rûnenên. Kesek zarokên kesekî bi zorê nabin derekê. Nebin alavên lîstikan."
 
Di rojên borî de jina bi navê Hacire Akar hatibû ber avahiya HDP'ê û gotibû "Zarokê min ket avahiya HDP'ê û careke din derneket". Piştre lawê Hacireyê derketibû û gotibû "Kesekî ez nerevandiye. Ji ber ku malbata min xwest min bi zorê bide zewicandin loma ez ji malê reviyam"
 
Piştî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya HDP'ê ya Hacireyê vê carê jî çend malbatên din hatin ber avahiya HDP'ê rûniştin û gotin:"Zarokên me çûne çiya". Malbatên ku li ber avahiya HDP'ê rûniştin di heman demê de bi daran êrîş kirin. Do jî hinek endamên Partiya Vatanê xwestin li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin û vê yekê îhtimala provakasyonê xurtir kir. 
 
HDP'ê jî di daxuyaniya ku da de diyar kir ku malbat ji aliyê emniyetê hatiye birêvebirin da ku werin ber avahiya HDP'ê û çalakiyan pêk bînin. Di dema daxuyaniyê de malbatên ku li ber avahiya HDP'ê çalakî pêk dianînin dijûn û heqaret kirin. 
 
Têkildarî mijarê de me mikrofona xwe dirêjî Dayikên Laçikspî kir. Dayikên Laçikspî diyar kirin ku ev yek ji bo êrîşên li ser HDP'ê bê meşrûkirin bi awayekî plankirî tê kirin. Dayikan gotin:"Bila biçin li ber deriyê dewletê rûnên."
 
'HDP tu carî tiştekî wiha nake'
 
Halime Topuz wiha got:"Madem zarokê te çend sal berê çûye çima wê demê te deng dernedixist? HDP siyaseta navneteweyî dike. HDP tu carî tiştekî wiha nake. Zarokê kesekî naşîne serê çiyan. Madem zarokê xwe pir difikirin wê demê, dema zarokên wan nû çû bila dengê xwe derxistan. Dewlet dixwaze me bera ber hevdu. Bila nebin alava lîstikan."
 
'Nebin alavên lîstikê'
 
Musavvet Ungur jî wiha got:"Dema zarokê wan çûn qey ew malbat radiza? Qey hişê wan ne li serê wan bû? Çima piştî ewqas sal şûnde tên li ber deriyê HDP'ê rûdinên? Yê ku vê lîstikê dike AKP ye. Her ku em dibêjin aştî ew bi lîstikên nû tên pêşberî me. Nebin alavên lîstikê. Îro dema ez tiştekî nexwazim kes nikare bi zorê bi min bike. Kesên ku tên li ber avahiya HDP'ê rûdinên û dibêjin 'HDP'ê zarokên me birine' ruşvet girtine. Bi van lîstikan dixwazin îradeya me têk bibin."
 
'HDP ne cihê ku hesap bê pirsîn e'
 
Dayika bi navê Îffet Muntaş bertek nîşanî rûniştina malbatan a li ber avahiya HDP'ê da û wiha got:"Kî diçin serê çiyê bi îradeya xwe diçe. Belê malbat dibe ku kezeba wan dişewite lê divê bi vî rengî berekê nîşan nedin. HDP ne cihê ku hesap bê pirsîn e. Bila hesap ji îktidarê bipirsin. Bila malbat neyên lîstikan û çi dikin bila bizanibin. "