Di 7'ê îlonê de TJK-E li Ewropayê dest bi rêzeçalakiyan dike

  • 09:22 5 Îlon 2019
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E wê çalakiyên destpêkê yên pêngava 'Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan' di 7'ê Îlonê de li gelek welatên Ewropayê pêk bîne.
 
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) di 19'ê tîrmehê salvegera Şoreşa Rojava de bi şiyara "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" dest bi pêngaveke nû kiribûn. Çalakiyên destpêkê yên pêngavê wê li gelek welatan dê di 7'ê îlonê de pêk werin.
 
TJK-E'yê der barê meş û çalakiyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Li Bakur di şexsê şaredariyên HDP'î de desteserkirina îradeya gel, li Rojava û Başûr jî planên dagirkeriyê di dewreyê de ne. Dewleta tirk ku hostayê DAÎŞ'ê ye bi heman rê û rêbazan dixwaze Heskîfa 12 hezar salî ku mîrateya mirovahiyê ye ji holê rake, nêzî 100 hezar mirovî ji warê wan koçber bike û bi vî rengî cografya Kurdistanê ji mirovan xalî bike."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, heta ku pirsgirêkên civakî neyên çareserkirin wê guhertineke bingehîn û azadiya rasteqîn pêk neyê û wiha hat diyar kirin: "Hêza rêxistinî ya jinan temînata asta azadiyê ya civakê ye. Em zanin ku li dijî vê sîstema ku jin û civak dorpêç kiriye wê jin û civak a xwedî biryardariya guhertin û azadiyê ne, rêya rizgariyê biafirînin. Pêngava me 'Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan' di heman demê de pêngaveke avakirina civakî ye. Çalakiyên destpêkê yên pêngava me wê di 7'ê îlonê de li gelek welatên Ewropayê bi meşan dest pê bikin."
 
Di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku tevlî çalakiyên 7'ê îlonê bibin û deng û hêza xwe bikin yek û dem ew dem e ku jin hêza xwe nîşan bide.