Dayikên Aştiyê 5 roj in li Mexmûrê li ber xwe didin
- 09:19 5 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - Çalakiya Dayikên Aştiyê ya Mexmûrê ya li seytereya PDK'ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 5 roj li pey xwe hiştin. Dayik dibêjin ku heta ku bersiva daxwaza wan a rewa neyê dayîn û ambargo berdewam bike wê çalakiya xwe berdewam bikin.
Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 50 roj in li Mexmûrê dorpêç û ambargoya berdewam dike.
Dayikên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya seytereya asayîşa PDK’ê hatin û ev 5 rojin li wir çalakiya xwe berdewam dikin. Di çalakiya rûniştinê de dayikan diyar kir ku heta ku bersiva daxwaza wan a rewa neyên dayîn û amborga neyên rakirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.