Jinên Amedê: Wê têkoşîn û hêviya me bi ser bikeve
- 09:17 5 Îlon 2019
- Ramyarî
AMED - Jinên ku 18 roj in li dijî qeyûman li kolanan xwedî li îradeya xwe derdikevin, ev bang li hemû jinan kirin: “Dem ne dema li malê rûniştinê ye. Roja têkoşînê ye. Wê qeyûm biçin, jin bi ser bikevin. Wê têkoşîna me bi ser bikeve, hêviya me bi ser bikeve.”
Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûmên tayînî şaredariyên HDP’ê yên bajarên mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê bûn 18 roje didomin. Ji 7’an heta 70’ê her kes li dijî xespkirina îradeyê daketin kolanan û tevî êrîş û astengiya polîsan li berxwe didin.
Jinên Amedê diyar kirin ku wê li dijî qeyûm heta dawî li kolanan bin.
‘Ne ji alê ji kursiyê hez dikin’
Meryem Soylu da zanîn ku daxwazkirina maf sûc tê hesibandin û wiha got: “Em mirina mirovan naxwazin. Em naxwazin bên girtin. Bila kedkar beramberê keda xwe bigirin, jin neyên qetilkirin. Qeyûm dagirker in. Em li dijî zîhniyetek dagirker têdikoşin. Çawa ketin şaredariyê ala Tirk daliqandin. Her tim hezkirina alê derdixin pêş. Ew ne ji alê, ji kursiyê hez dikin. Derdê wan ne welat, netew e, derdê wan faşîzm e. Em ê serî netewînin û ev jî wê di dilê wan de wek keder bimîne.”
‘Ew qeyûm wê ji şaredariyê biçe’
Esma Seydaoglu jî destnîşan kir ku li dijî mafê hilbijartinê êrîş pêk hatiye û berteka xwe wiha anî ziman: “Madem qeyûm tayîn dikirin çima hilbijartin kirin?Gelo qerfên xwe bi me dikin? Wê demê bila hilbijartinan rakin. Berê jî qeyûm hat tayînkirin. Qeyûmê berê di hilbijartinê de kirin namzet. Lê gel hilnebijart. Em çiyê dagirker hilbijêrin. Em çima diz û kujeran hilbijêrin. Bi trîlyonan baqlewe xwarin. Gelo hûn bawer dikin bi wî pereyî baqlewe hatiye xwarin? Ew pere bi ku de çûn, em baş dizanin. Ev gel wê hesabê her tiştî bipirse. Bila tu car ji bîr nekin. Em vê carê nasekinin. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin.”
‘Wê têkoşîn û hêviya me bi ser bikeve’
Songul Canşîmşek jî bi lêv kir ku berê çawa li berxwe dane wê îro jî li berxwe bidin û ev tişt daxuyand: “Li vî welatî çima hesab ji kujer, tecawizkarên jin û zarokan nayên pirsîn? Dewlet riyakar tev digere. Ger dema berê me li dijî qeyûman têkoşîn bimeşanda wê carek din qeyûm nehatibana tayînkirin. Gelê me yekitî û rêxistinbûnê nizane. Roj roja yekitî û rêxistinbûnê ye. Roja xwedîderketina li îradeyê ye. Wê qeyûm biçe gel bi ser bikeve. Qeyûm wê biçe jin wê bi ser bikevin. Wê têkoşîn û hêviya me bi ser bikeve.”