‘Divê mêr jî hewl bidin ku biguherin’

  • 09:16 5 Îlon 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Endama Meclîsa Giştî ya SKM’ê Dîdar Gul da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya TJA’yê ya ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ ji bo mêran de atolye dane destpêkirin û ev atolye wê ji bo guherîna rolên zayenda civakî piştgiriyê bide û bi vî awayî bi qasî jinan mêr jî wê azad bin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 19’ê tîrmehê de li dijî şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirina jinan, îstîsmara zarokan û talan xwezayê kampanya ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ dabûn destpêkirin. Kampanya li her derê didome. Li Îzmîrê di çarçoveya kampanyayê de bi ser navê ‘guherîna mêr’ û ‘kuştina mêr’ perwerde û xebatên atolyeyê pêk hatin.
 
Endama Meclîsa Giştî ya Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) Dîdar Gul xebatên kampanyayê nirxand û da zanîn ku ev bername wê di guherîna rolên zayenda civakî de bi bandor bin, bi saya vê wê jin zêdetir di qadên têkoşînê cih jinan re vebibe. Dîdarê got bi guherîna rolên zayenda civakî bi qasî jinan wê mêr jî azad bin û şoreşa civakî divê bi şoreşa jinê bê hevîrkirin.
 
‘Divê mêr bi xwe re bên rû hev’
 
Dîdarê bi lêv kir ku ferze ku mêr biguherin û wiha got: “Jinên li dijî faşîzmê bi mêran têdikoşin, divê bi rewşên mêrantiyê yên li hawirên hundir jî têbikoşe. Yanî dema rewş wisa be jin neçare du caran têbikoşe. Yanî riya têkoşînê ya jinan zehmetir e. Jin ji bo qadê ji xwe re vebike neçare riya guhertina mêr tercih bike. Atoleye di vê mijarê de bi fêde ye. Divê mêr bi xwe re bên rû hev. Reçeteya venasîna mêrtiyê tune.”
 
‘Divê mêr hewl bidin ku biguherin’
 
Dîdarê di berdewamiyê de destnîşan kir ku divê mêr bi niyeta ku bikaribe biguhere tevbigere û ji ber vê jî divê jin hîn bêtir bi biryar bin û dawî li axaftina xwe anî: “Carna divê tevlîbûn bê ferzkirin. Carna jî divê yekser bê kirin. Carna divê navê atolyeyê ne atolya der barê mêran de be û wisa bê meşandin. Lê divê bêguman xebat bê meşandin. Me bi kadro û endamên xwe re ev kir. Kampanya TJA’yê kampanyeyek girîng e. TJA xîtabê girseyek berfireh dike û ji ber vê jî di pêşîgirtina kuştinên jinan de bi bandore. Girseyek gel ya gotina TJA’yê guhdar dike heye. Atolyeyên me azadbûna mêran jî bixwe re tîne. Şoreşa civakî divê bi şoreşa jinê re bê hevîrkirin.”