ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2019'AN

  • 09:00 5 Îlon 2019
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Gulnaz Osman derbarê vekirina peymangehên Îslama Demokratîk de axivî. Gulnazê got: "Armanca me avakirina civakek bi exlaq û polîtîk e." DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Almaz Romî di derbarê kiryar û êrîşên dewleta tirk de got: "Fikir û feraseta Erdogan û DAIŞ'ê yek e. Tu cudahî di navberê de tune ye. Loma her têkoşîn û berxwedan dikeve para gelê kurd."DÎMEN HEYE
 
*Bi hatina demsala payîzê jinên Helebê amadekariyên pêwistiyên zivistanê dikin. Jinan di derbarê amadekariyên zivistanê de gotin:"Keda jinê, jiyanê zindî dihêle. Berhemên ku bi destên jinê çêdibin bi qiymet e. Karê bi destên jinê pir bi wate ye." DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedarên jin ên li Şirnexê tayinkirina qeyûman şermezar kirin û gotin: "Îktîdara AKP’ê di serî de destkeftiyên jinan hedef girt û xebatên jinan hatin astengkirin. Pergala hevserokatiyê destkeftiyek me ye. Em ê ji bo destkeftiyên xwe her tim di nav têkoşînê de bin" DÎMEN HEYE 
 
*Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di pêvajoya dawî de pêngavên CHP’ê yên der barê zimanê Kurdî û serdana ji bo hevşaredaran, ji bo gelê Kurd biçûk e lê gelek girîng in û got ji bo gelê Kurd û hemû gelan divê çareseriyên mayîn de pêk bên.
DÎMEN HEYE 
 
*Tulay Hatîmoglullari ya HDP’î diyar kir ku pergala hevserokatiyê ya niha di rojeva pergala serdest a mêr de ye, têkoşîna li dijî kapîtalîzma patrîarkal e û di avabûna civakek nû de esasek girîng û watedar e.
 
*Endama Meclîsa Giştî ya SKM’ê Dîdar Gul da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya TJA’yê ya ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ ji bo mêran de atolye dane destpêkirin û ev atolye wê ji bo guherîna rolên zayenda civakî piştgiriyê bide û bi vî awayî bi qasî jinan mêr jî wê azad bin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku 18 roj in li dijî qeyûman li kolanan xwedî li îradeya xwe derdikevin, ev bang li hemû jinan kirin: “Dem ne dema li malê rûniştinê ye. Roja têkoşînê ye. Wê qeyûm biçin, jin bi ser bikevin. Wê têkoşîna me bi ser bikeve, hêviya me bi ser bikeve.”
 
*Destanan “Mem û Zînê” ji aliyê Şanoya Bajarê Amedê ve cara dûyem tê pêşkêş kirin. Şanoger Berfîn Emektar got şano ne tenê heskirinê, jiyana kurdan vedibêje. DÎMEN HEYE