'Îdeolojiya bingehîn a AKP-MHP'ê tecrîd û qeyûm e'

  • 15:56 4 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Li Wanê çalakiyên li dijî qeyûmê ket roja xwe ya 17'emîn. Şevîn Coşkun a HDP'î di çalakiyê de axivî û got:"Îdeolojiya bingehîn a AKP-MHP'ê tecrîd û qeyûm e."
 
Çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûman her ku diçe mezin dibin. Girseya ku li ber avahiya Rêxistan HDP'ê ya Îpekyoliyê hatin gel hevdu çalakiya rûniştinê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê, Mensur Işik, Muazzez Orhan, Murat Sarısaç, Parlamentera Mûşê Şevin Coşkun, Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habib Eksik û Hevşaredarên Wanê yên ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, Bedia Ozgokçe, Mustafa Avci, Hevserokên Şaredariyan, Hevşaredarên HDP'ê yên bajêr ên Wanê, Nûnerên Partiya Azadî û Mirovahiyê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî çalakiyê bûn. 
 
'Îdeolojiya bingehîn a AKP-MHP'ê tecrîd û qeyûm e'
 
Şevînê got:"Îdeolojiya bingehîn a AKP-MHP'ê tecrîd û qeyûm e. AKP-MHP her saziyên demokrat hedef digire. Ji bo ev welata tarî nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê di demokasiyê de bi israr bin û çalakiyên xwe bidomînin. Em ê sibehê di navbera saet di 13.00 û 15.00'an de çalakiya rûniştinê ya du saetan pêk bînin." 
 
Daxuyanî bi çepik û lîlandinê bi dawî bû. Piştre çalakiya rûniştinê pêk hat. Çalakî bi dirûşmên "Wan a me ye","Em ê serî hildin û bi ser bikevin" bi dawî bû.