Li Şirnex, Silopî û Hezexê qeyûm hatin protestokirin
- 15:11 4 Îlon 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnex, Silopî û Hezexê ji ber qeyûm tayînê şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê hatin kirin çalakiya rûniştinê û daxûyanî hatin dayîn.
Wezareta Karê Hundur dawî li peywira hevşaredarên Bajarên Amed, Wan û Mêrdînê anî û qeyûm tayînî şaredariyan kir. Li navenda Şirnexê, navçeyên Silopî û Hezexê li dijî qeyûman çalakiya rûniştinê û daxûyanî hat dayîn. Çalakiya rûniştinê û daxûyaniya ku li ber navçeya HDP’ê ya Silopiyê pêk hat Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat, Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, rêvebirên HDP û DBP’ê yên Silopiyê û gelek kes tevlî daxûyaniyê bûn. Di daxûyaniyê de pankarta “Dest nede vîna min” hat vekirin. Daxûyanî rêvebirê HDP’ê yê Silopiyê Suphî Kulat xwend.
‘Qeyûm dijminê jin, xweza, çand û kurdan e’
Suphî, anî ziman ku di 19’ê Tebaxê de mafê gel hatiye xespkirin û darbe li demokrasiyê hatiye xistin. Suphî, ev tişt got: “Pêkanînên bi vî rengî ku welat ber bi krîzê û paşve dibe cara yekem pêk nayên. Di Îlona 2016’an de jî 94 şaredariyên me yên DBP’ê qeyûm tayîn kirin û vîna gel hat tunekirin û xespkirin. Ji wê rojê vir de heta roja hilbijartinên heremî ya 31’ê Adara 2019’an qeyûmên ku êrîşê xweza, ziman, çand, aborî, destkeftiyên jinan kir di derbarê wan de tu lêpirsîn nehat vekirin. Şûna ku derbarê wan de lêpirsîn bihata vekirin qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Sepandinên qeyûman ku vegûheriye komkujiya siyasî û navendî, berhemên polîtîkayên yekkesî ne. Qeyûm dijminê jin, xweza, çand û kurdan e. Hêza xwe jî ji Enqereyê ji polîtîkaya bêcezayê digire.”
‘Kurd dê bi têkoşîna demokrasiyê li dijî qeyûman li berxwe bide’
Suphî, di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku îktîdara AKP-MHP’ê di demên dawiyê de otorîteya xwe mezin dike û îdeolojiyên nû kiriye dewrê û wiha domand: “Ji van yek polîtîkaya tecrîd û ya duyem jî qeyûm in. Ji bo ku welatê me di bin taritiyê de nebîne em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Îktîdara siyasî jî vê gelek baş dizane ku tevgerên li dijî demokrasiyê hemû HDP’ê hedef girtine. Qeyûmên ku dixwazin ku pêşeroja welatê me tune bikin dijminatiya li dijî kurdan û demokrasiyê jî encama wê ye. Kurd dê bi têkoşîna demokrasiyê li dijî qeyûman li berxwe bide.”
Piştî daxûyaniyê girse li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kir û qeyûm protesto kir. Çalakiya rûniştinê bi çepik û tililiyan bi dawî bû.
Şirnex
Li Şirnexê jî li dijî tayînkirina qeyûman protesto li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê bi daxûyaniyê hat kirin û çalakiya rûniştinê pêk hat. Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek kes tevlî bûn. Çalakiya rûniştinê bi çepikan bi dawî bû.
Hezex
Li Hezexê jî TOMA û maşîneyên zirxî dora avahiya navçeya HDP’ê girt. Girseya ku xwestin qeyûman protesto bikin daxûyanî û çalakiya rûniştinê pêk bînin. Lê polîsan weke hincet Waliyê Şirnexê 15 rojan çalakî qedexe kiriye nîşan da û asteng kirin. Li dijî hemû astengan girseyê daxûyanî da û çalakiya xwe ya rûniştinê li dar xist. Çalakiya ku 2 saet berdewam kir bi çepik û tililiyan bi dawî bû.