Çalakiya rûniştinê di roja 17'emîn de ye: Hevserokatî navê azadiyê ye

  • 14:33 4 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr di roja 17'emîn a çalakiya rûniştinê ya li dijî tayinkirina qeyûman de axivî. Dîlanê got:"Hevserokatî navê azadiya me ye. Heta ku qeyûm biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Wezareta Karê Hundur dawî li peywira hevşaredarên Bajarên Amed, Wan û Mêrdînê anî û qeyûm tayînî şaredariyan kir. Çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman a Amedê di roja xwe 16'emîn de didome. Girse ya li dijî qeyûman li Kolana Lîseyê kom bû. Dirûşmên "Amed a me ye rûmeta me ye","Em ê serî hildin û bi ser bikevin","Dê rojê were dizê hesab bidin","Zext nikare serî bi me bide tewandin" hatin berzkirin. Rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan, Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag, Feleknas Ûca, Semra Guzel, Hişyar Ozsoy, Musa Farisogulari, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Selçûk Mizrakli, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), Komeleya 78'an beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Çalakî bi stran û bi lêdana pîspîsk û dirûşman dest pê kir. Li kursiya serbest a ku hatibû avakirin Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci axivî. Şebnemê diyar kir ku Tirkiye ji zû de ye ku helwestek li dijî îradeya gelê kurd nîşan dide û bi hemû hêza xwe êrîşî gelê kurd dike. 
 
'Jiyan serîhildan e'
 
Şebnemê got:"Jiyan serîhildan e. Mirovatî ew ê bi serîhildanê bigihêje derekê. Ev dewleta şidet û îşkenceyê belav dike. Dixwaze mirovan bitirsîne. Lê kesek natirse."
 
'AA fîlîman dikişîne'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy got:"HDP'ê 6 milyon deng girt. Kesên ku dikevin avahiya partiyê û derdikevin ji aliyê polîsan ve tên qeydkirin. Dibêjin ên ku diçin çiya tê HDP'ê. Ev yek ne rast e. AA fîlîman dikişîne. Bila zorê nedin sebra min."
 
'Jin serî natewînin'
 
Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemir got:"Van ne qeyûm in, waliyên mêtingeriyê ne. Tabelayên Kurmancî rakirin. Pêşdibistanên Kurdî girtin. Hevserokatî tê wateya wekheviyê. Lê AKP-MHP êrîş dikin. Hevserokatî navê azadiya me ye. Heta ku qeyûm biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 10 dkyan bi dawî bû.