Jinan li Silêmaniyeyê bertek nîşanî reklaman da
- 14:02 4 Îlon 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kobenda Jinan, li bajarê Silêmaniyê bang li Wezareta Rewşenbîrî kir û got: "Êdî nehêlin reklamên ku bêrêziyê li hemberî jinan dikin werin belav kirin. Her wiha bang li aktorên jin jî hat kirin ku di reklamên bi vî awayî de nelîzin."
Rêxistina Kobenda Jinan li bajarê Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang li Wezareta Rewşenbîrî û dezgehên reklaman kirin. Li ser navê rêxistina Kobenda Jinan Raz Qadir daxuyanî da û got: "Di gelek reklamên bazirganî yên ku ji aliyê ragihandinê ve tên belav kirin, li hemberî jinan bê rêzî heye. Her wiha di wan reklaman de peyamên nerênî û kêmkirina asta jinan tên dîtin. Roj bi roj reklamên bi vî awayî zêde dibin û bi awayek vekirî tên belavkirin.”
Raz di daxuyaniyê de bang li Wezaretê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li Wezareta Rewşenbîrî û dezgehên reklaman ên hilberînin dikin, divê bi awayek balkêş li reklaman temaşe bikin û wisan belav bikin. Divê li hemberî jinan tu bêrêziyek di reklaman de nebe û rê neyê dayîn reklamên bi vî awayî werin belav kirin. Em bang li beşek jinên aktor jî dikin ku bi tu awayek di rolên biçûkxistina jinan de nelîzin. Divê jinan lewaz nîşan nedin.”