'Îktîdar û Midûriyeta polîsan bi hev re lîstikan amade dikin"
- 14:00 4 Îlon 2019
- Rojane
ENQERE - Têkildarî tayînkirina qeyûman û lîstikên li dijî wan tên listîn, MYK'a HDP'ê daxuyaniyek da û got ku îktîdar û midûriyeta polîsan bi hev re li dijî wan lîstikan dilîzin û bi zanebûn malbatan dişînin avahiya HDP'ê.
Lijneya Rêveriya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî tayînkirina qeyûman û malbatên ku diçin li ber deriyê avahiya HDP'ê çalakiyan li dar dixin daxuyanî dan. MYK'a HDP’ê diyar kir ku piştî qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin îktîdar û Midûriyeta Polîsan bi hev dest bi dek û dolaban kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat got: "Ji bo têkoşîna me ya li dijî qeyûman hatî destpêkirin asteng bikin, îktîdar û midûriyeta polîsan bi hev re malbatan dişînin pêş avahiya me. Li ser tayînkirina qeyûman 2 hefte derbas bûn û şermezarkirin û çalakî zêdetir bûn. MHP'ê û AKP'ê dixwaze çalakiyên demokratîk ku her diçe mezin dibin asteng bikin. Di rojên dawî de malbatan dişînin ber avahiya HDP'ê ya Amedê. Ev lîstikên nû ne. Navê senaryoya nû ‘Malbatên ku zarokên wan naçin malê şandina ber deriyê HDP'ê ye. Ev lîstik û sanaryo ya Midûriyeta Polîsan û îktîdarê bi hev re pêş dikeve."
MYK'ê di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku avahiya partiya wan 24 saetan bi TOMA û polîsan dorpêçkirî ye û ji aliyê MOBESE ve tê şopandin û wiha lê zêde kir. "Li pêş çavê polîsan û Ajansa Anadolu camê avahiya partiya me tên şikandin. Polîsan ev êrîş asteng nekiriye û dijberî vê yekê teşwîkî sûc kiriye. Bi van çalakiyan dixwazin têkoşîna me ya demokratîk asteng bike. Me tu carî ji vê siyaset û têkoşina demokratîk tawîz neda."