Li Efrînê jê 6 jin 37 kes hatin revandin

  • 11:47 4 Îlon 2019
  • Rojane
EFRÎN - Di sê rojên dawî de li gun, navçe û li navenda Efrînê jê 6 jin 37 sîvîl ji aliyê komên li herêmê ve hatin revandin. Derbarê aqubeta sîvîlan de agahî nehatin girtin. 
 
Li Efrînê êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên li ser gel didomin. Li gor agahiyên herêmî ji do heta îro li Gundê Ciwêqê yê Efrînê yek jê jin 10 sîvîl, li Gundê Dêrsowanê yê Şerayê 4 jê jin 7 sîvîl hatin revandin. Di sê rojên dawî de li navenda Efrînê, ji navçe û gundên wê 6 jê jin 37 kes hatin revandin. Derbarê aqubeta sîvîlan de agahî nehatin girtin. 
 
Ji sîvîlên ku hatin revandin hinek jê navên wan wiha ne:"Mihemed Qasim, Nîhad Xerîb, Bekir Wehîd, Ebdo Subhî Îsa, Îdrîs Reşîd Ereb, Yehya Hisên Reşîd, Fethî Emara, Mihemed Hec Mehmûd, Henîf Îsa  ve soyadı öğrenilemeyen Mewlîda, Elî Hesen, Xelîl Mihemed, Elî Çelqî, Sefwan Osman, Neçirvan Heydo, Rokan Misto, Elî Îbrahim, Ednan Cencî, Osman Îbrahim, Mewlide Evdilrehman Xelil (47), Latife Seydo Reşo (45), Emire Şihêmî (59), Nebiye Mihemed Ecilî (60), Widat Henan Weqas (62), Hesen Ehmed Cimo, Ethem Mihemed Mecid.”