Li navçeya Mexmûrê li dijî dorpêçê belavok hatin belavkirin
- 10:38 4 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - Bi pêşengiya Meclîsa ÎŞTAR'ê ji hêla ciwanan ve belavokên ku rewşa Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tîne ziman li kolanên navçeya Mexmûrê hatin belavkirin. Mexmûriyan xwestin di demek nêz de dorpêç were rakirin.
Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MÎT) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) careke din bû hedefa êrîşan. Ev 49 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Mexmûrê berdewam dike. Di vê çerçoveyê de bi pêşengiya Meclîsa ÎŞTAR'ê belavokên rewşa wargehê tîne ziman li kolanan hatin belavkirin.
Belavokên bi erebî û kurdî (Soranî) li şêniyên Mexmûrê ya bi ser Mûsilê ve ji hêla ciwanan hat belavkirin. Şêniyan bi dilgermî belavokên ciwan girtin û bi wan re li ser rewşê axivî û nerazîbûnên xwe li dijî rêveberiya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê nîşan dan.