Talûkeya jiyanî ya zarokê pê li mayinê kir, didome
- 10:18 4 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Di encama teqîna mayinê ya li erezî ya Qoserê de zarokê bi navê Ali Saridag bi giranî birîndar bû. Aliyê ku rakirin nexweşxaneyê talûkeya wî ya jiyanî didome.
Li Gundê Aradeyê yê Navçeya Qosera Mêrdînê do serê sibehê Alî Saridag ê 14 salî di encama teqîna mayinê de bi giranî birîndar bû. Hat diyarkirin ku Aliyê ku rakirine nexweşxaneyek taybet a Dîlokê talûkeya wî ya jiyanî didome.
'Gotibûn ji mayinê hatiye paqijkirin'
Li gor agahiyên ku hatibûn bidestxistin du destên elî jê bûbû, ser çavên wî parçe bûbû û du çavên wî jî kor bûbû. Derbarê rewşa dawî ya Elî de bavê wî, Îbrahîm Saridag axivî. Îbrahim got:"Gundê me nêzî sînor e. Berê wekî qada leşkerî dihat bikaranîn lê dawiyê ji gel re hat vekirin. Gotibûn ereziya bi mayin hatiye paqijkirin. Lê çima li ereziya ku hatiye paqijkirin hîn mayin heye? Talûkeya jiyanî ya zarokê min didome. Bijîşk dibêjin em ê sibehê teqez agahiyekê bidin."