Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Hesekê civîn li dar xist
- 10:02 4 Îlon 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi armanca nirxandina Rewşa Siyasî û Çareserkirina pirsgirêkên Civakî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk civînek ji bo gelê Navçeya Til Temirê li dar xist.
Bi armanca nirxandina Rewşa Siyasî û çareserkirina pirsgirêkên civakî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Civînek li Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ji gelê navçeyê re li dar xist. Civîn ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Hac Elî, Cîgirê Desteya Hundirîn Bengîn Kedo, Hevserokê Desteya Tenduristî Bijîşk Menal Mihemed û Hevserokê Kantona Hesekê Ebid El-Xenî Oso ve hat birêvebirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
'Dewleta tirk li Sûriyeyê tunekirina kurdan dike armanc'
Hevseroka Deseteya Perwerdeyê Semîra Hac Elî rewşa siyasî nirxand û diyar kir ku armanca gefên dewleta tirk binxistina projeya Netewa Demokratîk e û wiha axaftina xwe domand: "Dewleta tirk pergala Netewa Demokartîk wekî xeteriyek ji xwe re dibîne ji ber wê gefan dike, di heman demê de tunekirina hebûna Kurdan li Sûriyeyê armanc dike."
Semîrayê diyar kir ku divê partiyên Kurd gefên Tirkiyeyê bi awayekî cidî bigirin dest û got: "Li hember polîtîkayên ku tên meşandin pêwist e partiyên Kurd hemû bibin yek."
'YPJ-YPG'ê û QSD’ê ji bo parastina welat û gel nimûneya herî guncav in'
Semîrayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di vê pêvajoyê de ji tevahiya hêzên siyasî yên li Sûriyeyê tê xwestin ku piştgiriya YPJ,YPG'ê û QSD'ê bikin. Ji ber ku ji bo parastina welat û gel ew nimûneya herî guncav in. Ji ber ku wan hêza terorê tune kir û jiyana gelê herêmê ronî kir."
Paşê gel nîqaş li ser rewşa siyasî û pirsgirêkên civakî kirin û ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve nîqaşa çareseriyê hat kirin.
Civîn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.