Xecîce 46 roj in li cenazeyê kurê xwe Mucahît digere

  • 09:11 4 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Amedê di 21’ê Tîrmehê de bi ser malan de hatibû girtin û di serdegirtina polîsan de Mucahît Yilmaz jiyana xwe ji dest da û bi gumana ‘înfazê’ di rojevê de cih girt. Cenazeyê Mucahît, 46 roj in tevî ku hatiye teşîskirin jî nadin malbatê. Dayika wî XecîceYilmaz wiha got: “Ev tiştê hatiye kirin di kîjan ol û hiqûqê de cih digire?”
 
Li navçeya Baglar a Amedê di 21’ê Tîrmehê de di serdegirtina polîsan de Mucahît Yilmaz di katê sêyemîn yê avahiyê de hat qetilkirin û di çapemeniya alîgir de jî wek ‘di pevçûnê de hat kuştin’ hat nîşandan. Cenazeyê Mucahît, tevî ku hatiye teşîskirin 46 roj in ji aliyê dozgeriyê ve bi hincetên cuda nayê dayîn. Li gorî îfadeyên şahid û daneyên li mala ku bûyer pêk hatiye, pirsa ‘gelo Mucahît Yilmaz hat înfazkirin’ anîbû hişê mirovan.
 
Piştî bûyerê cenazeyê Mucahît Yilmaz rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û 46 roj in li wir dipê. Malbata ku her roj ji bo hevdîtina bi dozgeriyê re tê Amedê, rastî bersiva ‘DNA hîna derneketiye’ an jî ‘dozger bi destûr e tên’. Xecîce Yilmaz bertek nîşan da û daxwaz kir ku cenaze demildest bê dayîn.
 
‘Tiştê dikin ji zilmê wêdetir tiştek nîne’
 
Xecîceyê bi lêv kir ku cenazeyê kurê wê 46 roj in bi awayekî dijhiqûqî li morgê tê payîn û wiha got: “46 roj in cenazeyê me nadin me. Tiştê dikin zilm e. Kurê min li malê kuştin. Li her derê şopa tiliyên wî hene. Ji ber li hesabê wan nayê cenaze nadin. Ez çi bêjim. Mînaka DNA’yê girtin. Me teşîs kir. Lê nadin me. Ew jî dizanin ku kurê me ye. Em her roj ji Mêrdînê diçin Amedê. Dibêjin ‘em ê li we bigerin encamên DNA’yê derneketiye.’ Çavê me tenê li telefonan e.”
 
'46 roj in em hemû kuştine'
 
Xecîceyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dibêjin ‘dozger li destûrê ye’, ‘encama DNA’yê derneketiye’. Ev dewlet bi derewan li ser piya ye. Em cenazeyê xwe dixwazin. Êdî bes e! 46 roj in me hemûyan dikujin. Em hemû malbat li bende wî ne. Gelo ev tiştê tê kirin mirovahî ye? Em her roj gelo wê agahî bê hişyar dibin. Bila rayagiştî û parêzvanên mafê mirovan tiştekî bikin. 46 roj derbas bû. Çima vê li me rewa dibînin. Ev ne di ol de ne mirovahiyê de cih digire. Em tenê cenazeyê xwe dixwazin. Tiştekî din naxwazin.”