ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2019'AN

  • 09:00 4 Îlon 2019
  • Rojev
* Endama Komîteya Hemleya Jin Rojava Biparêzin a Kongreya Star Bêrîvan Qerçox Şoreşa Rojava wekî Şoreşa civakî ya avakirina mirovên azad pênase kir û got: "Ev şoreş bi pêşengtiya jina azad dest pê kir û ber bi jiyanek azad û demokratik ve diçe. Şoreşa Rojava çavkaniya hêvî û baweriya serkeftinê ye. Loma niha jî di çarçoveya Hemleya Jin Rojava Biparêzin em pêngav û pratîka Şoreşa Rojava esas digirin. " DÎMEN HEYE
 
*Mamoste û zarokên tevlî 5'emîn Mîhrîcana Zarokan a Qamişloyê bûn, bi hezkirin û dilgeşiyek mezin dibêjin: "Çand hebûn û xemla, jiyanê ne. Divê em li çand û hunera xwe xwedî derkevin." DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar diyar kir ku pergala hevserokatiyê ya ku ji bo tayînkirina qeyûman hincet hatiye nîşandan, ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin û ev jî zîhniyeta serdest nerehet dike û got: “Ji ber xwedî zîhniyeta serdest a mêr û destilatdar in, nûneriya jinan jî qebûl nakin.”  DÎMEN HEYE
 
*Li Amedê di 21’ê Tîrmehê de bi ser malan de hatibû girtin û di serdegirtina polîsan de Mucahît Yilmaz jiyana xwe ji dest da û bi gumana ‘înfazê’ di rojevê de cih girt. Cenazeyê Mucahît, 46 roj in tevî ku hatiye teşîskirin jî nadin malbatê. Dayika wî XecîceYilmaz wiha got: “Ev tiştê hatiye kirin di kîjan ol û hiqûqê de cih digire?”DÎMEN HEYE
 
*Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît diyar kir ku Tirkiyeya ku li Rusya û DYA’yê ketiye tengezariyê, ji aliyê komên çekdarî ve hat protestokirin û ev jî nîşaneya ku li Sûriyeyê ketiye tengezariyê û got: “Di serî de Reyhanli her derê Tirkiyeyê di hedefê de ye.”
 
*Li Amedê welatiyên ku 17 roj in xwedî li îradeya xwe derdikevin wiha bertek nîşan dan: “Me deng da, me hilbijart. Bi kîjan mafî şaredarên me ji peywirê digirin? Bila sebra Gelê Kurd ne pîvin.” DÎMEN HEYE