Li Wanê çalakiya derxistina deng: Dê qeyûm biçe
- 08:56 4 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Li Navçeya Îpekyoluyê li dijî tayinkirina qeyûmê li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çalakiya dengderxistin û vêxistin û vemirandina ceyranê pêk hat.
Wezareta Karê Hundur qeyûm tayînî ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûman didomin. Do saet di 20.00'an de li Li Navçeya Îpekyoluyê li dijî tayinkirina qeyûmê li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çalakiya dengderxistin û vêxistin û vemirandina ceyranê pêk hat. Di dema çalakiyê de dirûşma 'Dê qeyûm biçe gel were' hat berzkirin.