Ji DÎSK, KESK, TMMOB, TTB'ê bang: Edalet ji bo hemû kesî lazim e

  • 15:46 3 Îlon 2019
  • Rojane
ENQERE -  Sendîka û Odeyan bi ser navê “Ji bo welatekî demokratîk, ji bo her kesî edalet" daxuyaniyeke hevpar dan,  bang li hemû rêxistinên civakî û demokratîk kirin û xwestin her kes ji bo edaletê bernameya têkoşînê amade bikin. 
 
Nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB), li Navenda Giştî ya TTB'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Sendîka û Odeyan bi sernavê “Ji bo welatekî demokratîk, ji bo her kesî edalet" daxuyaniya hevpar dan. Hevserokên Giştî yên KESK'ê Aysun Gezen û Mehmet Bozgeyik, Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman û Sekretera Giştî ya TMMOB'ê Dersîm Gul di civînê de amade bûn. Li ser navê sendîka û odeyan daxuyaniya hevpar Seroka Giştî ya DÎSK'ê Dr. Arzu Çerkezoglu xwend.
 
'Ji bo edalet pêk bê têkoşîn bi hewce ye'
 
Arzu, da zanîn ku heta bi hevre navê “Ji bo her kesî edalet" bi dengekî xurt berz nekin têkoşîn pêş nakeve û wiha got: “Heta ku jin û mêr, kurd û tirk, karker û betal esnaf û gundî ciwan, kal û pîr bi hev re tênekoşîn kes daxwazên wan li ber çavan nagire. Heta ku hêza kedê ya li dijî vê bê edaletiyê îtîraz nekin, daxwazên demokrasiyê pêk nayên. Wê daxwaza edaletê jî pêk neyê."
 
'Demokrasî û edalet darbeyeke mezin xwar'
 
Arzû, diyar kir ku êdî bi vî halî mirov nikare li Tirkiye qala mekanîzmaya demokrasî û edaletê bike û wiha berdewam kir: "Vê pêvajoyê bi referandûma Makeqanûna 2010'an dest pê kir. Bi vê yekê demokrasî û edaletê darbeyek mezin xwar. Her çend kes bên guhertin jî feraseta îktîdarê nayê guhertin. Em wekî DÎSK; KESK; TMMOB û TTB'ê teslîmî vê bê edaletiyê nebin. Tevî hemû zext û tundiyan em bi biryar in ku ji bo welatê xwe têkoşîna demokrasî û edaletê mezin bikin. Dem dema ji bo welatekî demokratîk û daxwaza ji bo her kesî edalet e. Hilbijartinên ku îktîdar naecibîne, bi destê YSK'ê îptal dike. Li gel ku partiya îktîdarê nikare bajaran qezenç bike vê carê hevşaredaran ji peywirê digire û li şûna wan qeyûm tayîn dike. Em vê yekê qebûl nakin. Dadger û dozgerên ku ne li gorî dilê hikûmetê sirgûn dikin. Em vê yekê jî qebûl nakin. 
 
'Edalet ji bo hemû kesî lazim e' 
 
Arzu, heri dawî anî ziman ku wekî saziyên ku dizanin 82 milyon welatiyên Tirkiye dikevin bin bandora neyînî ya bêhiqûqî û bê edaletiyê û wiha bi dawî kir: "Em dizanin ku edalet ji bo her kesî lazim e. Merasima vekirina Sala Edlî li Qesrê hat kirin. Bi vê yekê daraz xistin bin kontrola îktîdarê. Hemû kesên li Tirkiye dijîn pêdiviya wan bi edaletê heye. Bi rêveberiya demokratîk heye. Em wekî rêxistinên ku têkoşîna ked, demokrasî, aştî û azadiyê esas digirin, dixwazin ku pergala darazê ji serî heta binî bê nûkirin û li gorî pergala demokratikbûnê bê avakirin. Em di vê daxwazê de bi israr in. Em ji bo têkoşîna ‘welatekî demokratîk û ji bo her kesî edalet" bi hevre mil bidin milê hev û têkoşîna xwe bilind bikin. Em bi hevre dengê xwe bilind bikin. Em daxwaza "Edaletê" bilind berz bikin. Em bang li her kesî dikin ku tev li çalakî û şahiyên ji bo edaletê bibin."