Aboriya Jinê li Gozeyê kooperatîfa tenûrê vekir
- 15:45 3 Îlon 2019
- Rojane
HESEKÊ - Komîteya Aboriya Jin a Kongreya Star kooperatîfa tenûrê li gundê Gozeliyê vekir.
Navenda Komîteya Aboriya Jin a Kongreya Star di vê dema dawî de gelek projeyên ku aboriya jinê xurt dike û hêza wê derdixîne holê, ava kirine û bi rêk û pêk tê meşandin. Îro jî Komîteya Aboriyêyê li Gundê Gozeliyê yê girêdayî Navçeya Til Temir e ya Kantona Hesekê, Kooperatîfa Tenûrê, ku ji 5 jinan pêkhateyên 3 Kurd û 2 Ereb pêk tê, vekirin.
'Dê bi keda jinê aborî xurtir bibe'
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pekrewanên azadiyê Endama Kooperatîfa Tenûrê Hekûma Hesen axivî û wiha got: "Jina ku di dîrokê de xwedî rol û misyoneke pir girîng e rola xwe ya girîng di qada aboriyê de jî lîstine. Îro bi pêşengtiya Komîteya Aboriya Jin çand û zanebûna jinê di aliyê pêşxistina aboriyê de di hemû beşên wê de, her zindî dibe. Jina ku duh ji hêza xwe ne bawer bû îro kooperatîfan bi rêve dibe û xizmeta civaka xwe dike. Dê bi keda jinê aborî xurtir bibe."
'Armanc kêmkirina êşa civakê bû'
Hekûmayê derbarê pêşniyarkirina kooperatîfa tenûrê ev yek anî ziman: "Bi giştî herêma me pirsgirêka nan dijî, da ku em êş û pirsgirêka wan çareser bikin, me projeya tenûrê pêşinyar kir û hat erêkirin, ji îro ve dê ev kooperatîf dest bi lêxistina nan û firotina wê bike. Bi vê projeyê êşa civakê kêm dibe û baweriya jinê bi hêza wê zêdetir dibe."
Paşê şêranî li jinan, hat belavkirin.
Di dawiyê de nan li jinên ku amade bûbûn, bê pere wekî roja yekemîn e, hate belavkirin.