'Em ê qeyûman li vir bişînin'
- 15:02 3 Îlon 2019
- Rojane
WAN - 16 roj in li Wanê çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman bê navber didomin. Di çalakiya îro de hat gotin ku dê heta dawiyê li kolanan li ber xwe bidin û dê qeyûman li vir bişînin.
Bertek û nerazîbûnên li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê didomînin. 16 roj in welatî û parlamenter, hevşaredar, hevserok, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê di nav çalakiyan de ne. Çalakiya îro li Rêxistina HDP'ê ya Rêya Armûşê pêk hat û parlamenter Muazzez Orhan, Şevîn Coşkun, Zeleyha Gulum, Murat Sarisaç, Habîp Eksîk, Zuleyha Gulum, hevşaredar û welatî tevlî çalakiyê bûn.
Parlamenter Murat di çalakiyê de axivî û diyar kir ku qeyûm tê wateya darbeyê û wiha got: "Di 19'ê tebaxê de me dest bi çalakiyan kir û heta îro jî em li ber xwe didin. Her wiha welatî û hilbêjer jî li dijî dabeyê bi bertek in. Meşrûtiyeta tayînkirina qeyûman di nava navnetewayî de nîne. Em carekdin dibêjin ku em mafdar in û heta em bighêjin mafê xwe em ê li kolana li ber xwe bidin. Em ê qeyûman li vir bişînin. Çi destê me bê em ê bikin."
Çalakî bi çepîk û tilîliyan bi dawî bû.