Çalakiya rûniştinê di roja 16'an de ye: Dema serhildana li dijî faşîzmê ye

  • 14:51 3 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca di 16'emîn çalakiya rûniştinê ya li Amedê ya li dijî tayinkirina qeyûman de axivî. Feleknasê got:"Ne 16 roj 16 sal jî derbas bibe em ê serîhildana xwe bidomînin. Em ê qeyûman bişînin. Dema serhildana li dijî faşîzmê ye. Werin vê qadê û dest bidin, dayik û ciwanan. Aştî wê wiha pêk were."
 
Wezareta Karê Hundur dawî li peywira hevşaredarên Bajarên Amed, Wan û Mêrdînê anî û qeyûm tayînî şaredariyan kir. Çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman a Amedê di roja xwe 16'emîn de didome. Girse ya li dijî qeyûman li Kolana Lîseyê kom bû. Dirûşmên "Amed a me ye rûmeta me ye","Em ê serî hildin û bi ser bikevin","Dê rojê were dizê hesab bidin","Zext nikare serî bi me bide tewandin" hatin berzkirin. Rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan, Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag, Feleknas Ûca, Semra Guzel, Hişyar Ozsoy, Musa Farisogulari, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Selçûk Mizrakli, Hevseroka Şaredariya Bismilê, Gulşen Ozer, Hevseroka Şaredariya Kayapinarê Keziban Yilmaz beşdarî çalakiyê bûn. Heyetek gerok a ji Elmanyayê hatibû jî piştgirî da çalakgeran. 
 
Çalakî bi lêdana pîspîsk, gotina stranan dest pê kir. 
 
Li kursiya serbest welatiyan, bertek ji qayiman û ji êrîşên polîsan re nîşan da. Welatiyan diyar kirin ku ew ê li îradeya xwe xwedî derkevin. 
 
'Dema serîhildana li dijî zilmê ye'
 
Piştre daxuyanî hat dayin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê di daxuyaniyê de axivî. Feleknasê got:"Ne 16 roj 16 sal jî derbas bibe em ê serîhildana xwe bidomînin. Em ê qeyûman bişînin. Dema serhildana li dijî faşîzmê ye. Werin vê qadê û dest bidin, dayik û ciwanan. Aştî wê wiha pêk were. Azadî ji Amedê derbas dibe. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Ocalan di hevdîtina xwe de anîbû ziman ku ew dikare vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bike. Lê dewletê li dijî vê gotinê polîtikayên xwe yên qeyûmê kir meriyetê. Loma li dijî vê zihniyetê divê em her tim li ser piya bin."
 
'Dê serfirazî ya serhildêran be'
 
Hevserokê Şaredariya Bismilê Orhan Ayaz bang kir û got:"Tu hevserokê me dizî nekiriye, pere ji derekê re neşandiye. Qeyûm pera ji weqfên xwe re dişînin. Ew pereyan dixwin dibêjin qey hemû kes dixwin. Ew derewa dikin dibêjin qey hemû kes derewan dikin. Ev gel mafdar e. Heta em bi ser bikevin em ê li berxwe bidin. Dê serfirazî ya serhildêran be."
 
'Me dengê xwe da xwe me neda qeyûm'
 
Aklime Hanas a ku di mijara çalakiyên li dijî qeyûm de bûye sembol got:"Min dengê xwe neda qeyûm û ez nadim. Sibehê jî hilbijartin çê bibe ew ê qeyûm dîsa biçe. Em ê bi ser bikevin. Divê dev ji diziya xwe berdin. Heger ew bi niyeta aştiyê nêz bibin em ê destên xwe dirêj bikin. Lê ger ew zilim û zextan bikin em ê jî li berxwe bidin. "
 
Piştî daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê ya 5 dkyan çalakî bi dawî bû.