Çalakiya rûniştinê ya li Mêrdînê ket roja xwe ya 16'an
- 13:43 3 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman li Mêrdîn, Wan û Amedê bi tevlîbûna HDP'yî û welatiyan didomin. Li Mêrdînê îro dîsa li parka Karayoluyê li gel dorpêça polîsan çalakiya rûniştinê pêk hat.
Piştî wezîrê Karen Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de qeyûm tayinî ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wan, Mêrdîn û Amedê kir, welatî, parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên meclîsa şaredariyên HDP'ê pêk tên 16 roj in çalakiyên nerazîbûnê li dar dixin.
Li Mêrdînê îro bi tevlîbûna parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP'ê dîsa li parka Karayollari ya Mêrdîne çalakiya rûniştinê pêk hat. Polîsan carek din Parka Karayoluyê dorpêç kir û nehişt welatî tevlî çalakiya rûniştinê bibin. Li gel astengiya polîsan welatî 3 cihên cuda yên parkê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê nêzî 2 saetan dom kir. Piştî çalakiyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê HDP'ê ya Rihayê Omer Ocalan daxuyanî da.
Omer, di daxuyaniyê de bal kişand ser pêkhatiyan û wiha got: "Qeyûm welatiyên Mêrdînê temsîl nake û ev tişt lekeyeke mezin e. Li vî welatî gelek êş hat kêşandin, bi sedan kes zarokên xwe winda kir, gund hatin şewidandin û bi milyonan kurd koçber bûn."
Piştî daxuyaniyê girsê bi meşê berê xwe da avahiya Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê.