Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 16’an de didome

  • 12:44 3 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê 16 roj in çalakiya rûniştinê didome. Di çalakiyê tayînkirina qeyûman hat şermezar kirin û gotin dê bi berxwedanê bi ser kevin. 
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê didomin. 16 ro jin li Amedê çalakiyên bê navber tên lidarxistin. Çalakiya rûniştinê ya Amedê îro dîsa li Cadeya Lîseyê li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin dest pê kir. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca, Garo Paylan, Mûsa Farîsogûllari û Erdal Aydemîr û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. 
 
Kesên beşdarî çalakiyê bûn, bi lêxistina fîrfîrkan, çepikan û berzkirina dirûşmeya “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” tayînkirina qeyûm şermezar kirin. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê ya dewam dike, wê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.