Şaredariya Sêrtê ji bo jinan 'Jinkart' xist meriyetê

  • 12:43 3 Îlon 2019
  • Rojane
SÊRT - Ji bo jin li bajêr bikarin bi hêsanî biçin û bên û li wesayîtên şaredariyê siwar bibin, şaredariya Sêrtê Jinkart xist meriyetê.
 
Şaredariya Sêrtê ji bo jin li bajêr dikaribin bi hêsanî biçin û bên û li wesayîtên şaredariyê siwar bibin sepana Jinkart xist meriyetê. Jin wê bi erzanî ji Jinkartê sûdê werbigirin. Sepana Jinkart îro dest pê kir. Jin dikarin Jinkart ji Şefîtiya Hatinê ya Şaredariya Sêrtê û ji nokteyên kart lê tên tijekirin werbigirin. 
 
Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik bi bîr xist ku sepana wan a Jinkartê di nava wadên wan hilbijartinê de cih digirt û got: “Ji bo jinên me dikaribin bi hêsanî biçin û bên û ji erzaniyê sûdê werbigirin me îro wadê xwe yê hilbijartinê Jinkart xist meriyetê. Li gel vê xebatê dê ji bo jinên me proje û xebatên me dewam bikin. Ez bang li jinên Sêrtê dikim ku sûdê ji vê sepanê bigirin.”