Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 11:22 3 Îlon 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bikin dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Cengîz Yurekli, FAîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç, ji bo li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê gulanê, 22'ê gulanê, 12'ê hezîranê, 18'ê hezîranê û 7'ê tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.