Ronak Mecîd: Ji bo çareseriyê yekitiya Gelê Kurd girîng e

  • 09:01 3 Îlon 2019
  • Rojane
Roj Hozan 
 
SILÊMANÎ - Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistan Ronak Mecîd der barê rewşa siyasî û êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Ronakê got: "Dewleta tirk dixwaze bi dagirkirina xaka  Başûrê Kurdistanê statuya kurdan û hebûna wan tune bike û kiryarên faşîzmê li ser wan bide ferzkirin." 
 
Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistan Ronak Mecîd  rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê, êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û girêdayî wê geşedanên li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê nirxand. 
 
'Li Başûrê Kurdistanê Tirkiye hebûna xwe rewa dike'
 
Ronakê wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Niha Kurdistan û Rojhilata Navîn di nava siyasetek cuda de  derbas dibe. Di derbarê rewşa  li Başûrê Kurdistanê de, em dikarin bêjin ku li Başûr û di her çar parçeyên Kurdistanê de qonaxek dagirkeriyê heye. Di demên berê de gelê Başûrê Kurdistanê bi hêz û îradeyeke mezin karîbûn xwe ji desthilatiya dijminan xelas bikin û ev îrade jî bi bedelên giran hatin bidestxistin. Bi hikûmeta Başûrê kurdistanê re jî teslîmkariyeke cidî heye. Li beramberî dagirkerên ku dixwazin axa Başûr bikin bin destê xwe her partiyeke bi dewletekê ve  dijminatiya kurdan dikê, hin ji wan  girêdayî  Îran in û hin jî girêdayî  Tirkiyê  ne. Ev yek bandorên pir xerab bi xwe re tîne. Dewleta tirk dagirkeriya xwe berfireh dike û bi hemû şêwazan hebûna xwe rewa dike. Bi  çand, siyaset û leşkerbûnê bandora  xwe li ser civaka Başûrê Kurdistanê  dike. Mînaka wê jî  di aliyê serbaziyê de leşkerên xwe 15 K.M derbasî axa Başûrê Kurdistanê kiriye bêyî ku tu kes dengê xwe jê re bike." 
 
'Hikûmeta PDK'ê bi hevalbendiya bi Tirkiyeyê re pêşengtiya van êrîşan dike' 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Ronakê destnîşan kir ku li ser hevalbendiya di navbera Tirkiyeyê û PDK'ê  de ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê pêşengtiya van êrîşan dike û wiha domand: "Di sala 1992'an û şûnde dewleta tirk baragehên xwe li Başûrê Kuristanê  ava kir. Nêzî 52 baragehên xwe di Başûr de çêkiriye. Di vê dama dawiyê de jî  êrîşên xwe li ser herêmê zêde kirine û bi hemû hovîtiya xwe  sivîlan li herêmên  Xakurkê, Xinêrê û Qendîlê  hedef digire. Hikûmeta PDK'ê bi hevalbendiya bi Tirkiyeyê re pêşengtiya van êrîşan dike. Pêşmergeyên PDK'ê bi leşkerên Tirkiyeyê re dikevin nava van pilan û êrîşan. Vê dawiyê  jî pêşmergeyan  10 cihên xwe yên stratejîk  teslîmî Tirkiyeyê kirine. Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê mal û milkên sivîlan talan dike û yên dibin qurbaniya pilanên wan gelê sivîl in."
 
'Tirkiye dixwaza zihniyeta faşîzmê di mêjiyê gelê Başûr de bide rûniştandin'
 
Ronakê di dewamiya axaftina xwe de balê dikşîne ser rêbazên Tirkiyeyê yên qirkirina çandî, aborî û hunerî ya di Başûrê Kurdistanê de û wiha pêde çû: "Di milê aboriyê de  dewleta tirk dest daniye ser cihên stratejîk û esasî yên xurtkirina aboriyê. Desthilatdariya xwe li ser berhemên aboriyê dike û gelê herêmê bê par dihêle. Di aliyê çandî û hunerî de jî bandoriyeke neyênî li ser herêmê dike û mînakên wê jî di qanalên televizyona  xwe de vê yekê didin pêş. Tirkiye dixwaze zihniyeta xwe di mejiyê gelê Başûr de bide rûniştandin, da ku bala gel bikşîne li ser tiştên dûrî îrade û vîna azad. Tenê mereqa wê bala başûriyan bikşîne li ser teqlîda çanda Tirkan. Ev rêbazên qirkirinê çanda başûr tune dikin û tenê çanda faşîzimê didin pêş. Bi taktîkên cuda çanda tirkan li ser gelê Başûr tê ferzkirin. Ev hemû hişmendiya faşîzmê ye û  bi destê Erdogan tê meşandin. Ev sîstemên rêvebriya desthilat dixwazin derbasî başûr jî bikin."
 
'PDK dixwaze hemû partiyên Başûr  bi xwe re bike nava pilana îxanetê'
 
Ronakê da zanîn ku partiya PDK'ê hemû partiyên Başûrê Kurdistanê dixwaze bi xwe re bike nava pilanên dagirkeriyê, da di meyidana îxanetê de tenê nemîne û wiha dibêjê: "Em dizanin di navbera Tirkiye û PDK'ê de alîkariyeke domandina qirîzê heye. Partiya YNK'ê berî niha  ne di nava van pilanan de bû,  lê dema misyon û erkedarkirina  hikûmî dane partiyê û bi berjewendiyên şexsî wan  xapandin ew jî ketin rêza van pilanan.  PDK dixwaze hemû partiyên Başûrê Kurdistanê  bi xwe re bike nava van pilanan, da ku tenê di nava vî agirî de neşewite. Bi van  siyasetên çewt partiyên din jî bi aliyê xwe de tîne, da ku di meydana ixanetê  de tenê nemîne. Dixwaze sîstema desthilatdar di nava xwe de hevbeş bikin û li ser gelê herêmê bidin qebûlkirin. Wê dîrok vê îxaneta wan qebûl neke."
 
'Tirkiye statuya kurdan qebûl nake' 
 
Ronakê qala tifaqên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kir û got:"Diyar dibe her kes ji bo tunekirina kurdan û hebûna statuya wan di nava tevgerê de ye. Di aliyê hikûmeta Iraqê de jî pêwendiyek di navbera wan û partiyên Başûr de heye. Berî niha jî tifaqeke wiha di navbera wan de hebû ku dewleta tirk û Iraq dikarin heta 5 K.M bikevin axa welêt. Lê niha du nêrînên cuda hene. Mewlûd Çawişoglu nameyek ji Mesûd Berzanî re rê kiriye, ku pêşmergeyên wan nikarin derbasî Kerkûkê bibin, ji ber Tirkiye Kerkûk wekî beşek ji dewleta xwe dibîne û di heman demê de jî nabê ku hêzên Iraqê û pêşmergên PDK'ê bi hev re kontrola sînor bikin û divê her kes di sînorê xwe de be. Em dizanin Tirkiye tu statuya kurdan qebûl nake û Gelê Kurd li ku derê bin jî dewleta tirk dê dijminatiya wan bike. Tirkiye dixwaze bi Iraqê re jî bike nava van tifaqan.  Herî dawî serokkomarê Iraqê dema nû hat ser erka xwe di destpêkê de serdana Tirkiyeyê kir. Ev tê wateya ku li ser  dijminatiya kurdan tifaq kirine. Iraq wisa dike da Tirkiye di  Kurdistanê de bimînê û partiyên Başûr jî bê deng û hêz bihêlin. Piraniya parlementarên Iraqê tirkmen in û piştevaniyê didin helwestên Tirkiyeyê.  Ev kesên wiha di parlamentoyê de cihekî wê yê girîng heye û li gorî nêrîna xwe parlamentoyê didin meşandin." 
 
'Binkeftinên Erdogan li ser destê Kurdn çêbûn'
 
Ronakê di nava nirxandina xwe de behsa têkçûyina Tirkiyeyê ya di Rojhilata Navîn de kir û wiha domand:"Dewleta tirk  yan jî em baş binav bikin hikûmeta  AKP û MHP'ê  hikûmeteke  faşîst û şoven e. Niha Tirkiye di qonaxeke cuda de ye, dixwazê heta sala 2023'an  Tifaqa  Lozan dubare bike û faşîzma osmaniya xwe li ser herêmên Rojhilata Navîn dîsa zindî bike. Êdî roj bi roj bi van helwestên xwe têk diçe. Destpêkê em balê bikşînin ser binkeftinên wê di Rojhilata Navîn de.  Piştî ku di Şengalê de têk çû Êzidîyan bi xwe parastina xwe kirin. Statuya kurdan a ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbûye, Erdogan  dijminatiya wê dikir û dixwest di oparasyona Minbic û Mûsilê de cih bigire, lê destûr jê re ne hat dayîn ev şikandineke mezine bû.  Di Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê de jî  bi rêbazên  diplomasiya guncav ev herêm dîsa  karîbû destdirêjiya Tirkiyeyê li ser xwe  kêm bihêlê, ev jî bû şikandineke dîtir ji bo Tirkiyeyê.  Tifaqa AKP û MHP'ê di hilbijartinên Stenbolê de û di 7 şaredariyên mezin de dîsa binkeftin  jiya û bi tifaqa opozisyona Tirkiyeyê Stenbol û Enqere ji destê Erdogan derketin û niha jî Erdogan dixwaze tola xwe hilînê û êrîş derdorê dike. Ev şikanidina tifaqa AKP û MHP'ê bi destê kurdan bû."
 
'Şovenîzma tirk xetereya ji bo civakan'
 
Ronakê wiha dewam kir:"Tirkiye yek ji dewletên ku di nava  yekitiya NATO'yê de cih digire. Herêma Kerkûkê û derdora wê ji destê kurdan derxistin. Ji xwe ev tifaqa jî  Tirkiye, Îran û Iraq di nava xwe de piştî referendomê erê kirin û  destkeftiyên Kurdan desteser kirin û dane hikûmeta Iraqê. Piştî wê jî bi Rûsyayê re ket nava  tifaqê  û Efrîn dagir kir. Niha jî dixwaze  êrîşî Bakurê Sûriyeyê bike û axa wan dagir bike û statuya kurdên Rojavayê Kurdistan tune bike. Li ser gelê Bakurê Kurdistanê jî heman sîstema faşîzmê dide meşandin. Şaredariyên ku bi vîna gelan hatine hilbijartin ji aliyê tifaqa AKP-MHP'ê hat desteserkirin û qeyûmên xwe li wir erkedar kirin, da ku li pêşberî gelê xwe bi hêz xwe bide nîşandan û hilbijartinan li gorî xwe dubare bike. Di heman demê de Erdogan li Lîbyayê jî  destdirêjiya wî heye û destekê dide komên çekdar ên ku dijminatiya wê civakê dikin. Şovenîzma Tirkiyeyê  tehlûkeyan li ser civakan dide avakirin. Ev dide diyarkirin ku Erdogan ber bi tunebûnê ve diçe ji bo wê bi hêzên terorê xwe dide girêdan." 
 
'Ger ku yekitî pêk bê wê pirsgirêk jî çareser bibin' 
 
Ronakê banga yekîtiya kurdan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di derbarê yekîtiya neteweyî de, berê di dîroka kurdan de tifaq û hevgirtineke ber bi çav  di navbera wan de hebû . Di erdnîgariya cîhanê de Kurdistan xwedî cih û axeke dewlemend e, ji bo wê jî tim rastî êrîşan tê. Piştî ku dewleta osmanî tune bû, di  hevpeymana Lozanê de Kurdistan bû çar parçe. Ji hemû deman zêdetir ji bo em çar parçe dîsa bikin Kurdistana azad pêwîstiya me dîsa bi yekbûnê heye. Rast e nakokî di navbera me de hene, lê ev nayê wateye ku em nikarin yekîtiya kurdan dîsa ava bikin. Birêz Ocalan di kongreya yekem a yekîtiya neteweyî de banga yekîtiya kurdan kir. Siyasetên ku îro li ser axa me tên pêşxistin divê em baş aliyên wê şîrove bikin. Divê em nakokiyên xwe bidin alî  û yekîtiya xwe ava bikin, axa xwe ji dijminan biparêzin. Eger ev yekîtî pêk were wê pirsgirêkên kurdan werin çareserkirin û xeteriya li ser Kurdistanê nemîne. Em ê rûmeta gelê xwe jî biparêzin û azad bijîn ."