Jinên li Herêma Federal a Kurdistanê xwestin kujerên wan bên cezakirin

  • 17:30 2 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Jinan û civaka sivîl li dijî kuştinên jinan li ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê çalakî li dar xistin, jinan daxwaz ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin bila qanûnên xwe li berçav derbas bikin û cezayê giran bidin kujeran. 
 
Rêxistina Rojgara Kurd ya ji bo alîkariya mirovî bi alîkariya çend rêxistinek din ên civaka sivîl li ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kombûn bi rêya çapemeniyê daxwazên xwe bi rêz kirin û piştre daxwaznameyek pêşkêşî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin.
 
Daxwazname ji aliyê  Endama Rêxistina Rojgara Kurd Rojgar Muhsin ve hate xwendin. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: "Di van salên dawî de li Herêma Kurdistanê rêjeya kuştinên jinan bi awayek berbiçav zêde bûne. Rojane jinek an jî dayikek dibe qurbanî. Kujer di şert û mercên baş de di girtîgehan de têne hiştin û tu cezayek giran nayê dayîn."
 
Her wiha jinan di daxwaznameya xwe de daxwaz ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin ku qanûnên li berçav re derbas bikin û wiha axivî: "Her wiha ji bo kujer û sûcdaran cezayê giran divê bê dayîn."
 
Li aliyê din Endama Komîsyona Mafê Mirov û Jinan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî jî da zanîn ku ji bo daxwaza jinan dê bikevin nava hewldanan ji bo guhertina qanûnan.