'Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e'

  • 16:25 2 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Çalakiya li dijî qeyûmên ku tayînî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wan û Mêrdînê hatin kirin di roja 15'ermîn de li Wanê berdewam kir.  Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan di roja 15’emîn a çalakiya şermezarkirina qeyûman de axivî û diyar kir ku pergala hevserokatiyê xeta wan a more.”
 
Li Wanê, bertekên li dijî tayînkirina qeyûma di roja 15’emîn de dewam kirin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, Şevîn Coşkûn, Habîp Eksîk, hevşaredar û bi sedan welatî tevli çalakiya şermezarkirinê ya li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê hat lidarxistin bûn.
 
'Em vê darbeyê qebûl nakin'
 
Parlementer Muazzez Orhan, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li dijî darbeya qeyûm ev 15 rojin li kolanan têdikoşin û anî ziman ku ew ê tu carî vê darbeyê qebûl nekin.Muazzezê wêha got: “Di 19’ê Tebaxê de em rastî darbeyek sivîl hatin. Di hilbijartina 31’ê Adarê de gel vîna xwe danî holê û hevşaredarên xwe hilbijartin. Lê desthilatdariya siyasî ya vîna gel rewa nabîne û qebûl nake, bi darveyek siyasî vîna gel xesp kiriye. Em jî dibêjin heya ku em vîna gel derbixin holê emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”  
 
'Em ji pergala hevserokatiyê gavê paşve navêjin'
 
Orhan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hişmendiya AKP û qeyûm heta demek dirêj wê dewam neke. Em ê îtîrazên xwe bilindtir bikin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê tu carî ji pergala hevserokatiyê gav paşve ne avêjin û emê tawîz nedin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî vîna xwe derkevin û li dijî hişmendiya qeyûm a tekçî îtîrazên xwe bilindtir bikin.”
 
Piştî stranên hatin gotin, çalakiya rûniştin û şermezarkirinê bi dawî bû.