Leyla Guven: Em bi xwe bawer in serkeftin wê ya me be

  • 15:56 2 Îlon 2019
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemergê Leyla Guven li Colemêrgê axivî. Leylayê bang li hemû hêzên Tirkiyeyê kir ku guh bidin peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku pêdiviya Rojhilata navîn bi manîfestoyên Abdullah Ocalan heye. 
 
Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî greva birçîbûnê ya 200 rojan cara yekê çû Colemêrga ku lê parlamenter hat hilbijartin. Leyla Guven li Qada Azadiyê ji aliyê rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan bi girseyî û bi dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” hate pêşwazîkirin. Piştre li navenda Colemêrgê di pêşengiya Leyla Guven de girse heta avahiya HDP’ê ya Colemêrgê  meşiya. Destpêkê parlamenterê  HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede hate destpêkirin, Saît ji bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got ku Leyla Guven ji taritiyê re bû ronahî. 
 
‘Ez rêzdariya xwe û hurmeta xwe ji we re pêşkêş dikim’
 
Leyla Guven jî ku cara yekê wekî Parlamentera Colemêrgê ji gel re axivî, di destpêka axaftina xwe de spasiyên xwe ji gelê Colemêrgê re kir û wiha got;” Bi hezaran hevalên me li girtîgehê rehîn tên girtin. Ew hevalên me yên ku dîl hatine girtin em ji Colemêrgê slavên gerim ji wan re dişînîn. Hevalên me siyaseta kurd û Kurdîstanê meşandin. Hevalên me dizî nekirin, bêhiquqî nekirin tenê ji gelê xwe re siyaset kirin. Lê belê ji aliyê pergalê ve hevalên me dîl hatin girtin. Ji ber vê yekê ji em peyama xwe nû dikîn û em dibêjîn ku ew hevalên nû hatine hilbijartin, peywira wan çi be em ê rêve bibin. Tişta ku hikûmet dibêje qedexe ye em tu car  nas nakîn. Hevalên me çi gotibûn? Gotibûn 'kurd û Kurdîstan. Em careke din dibêjin navê vê erdnîgariyê Kurdîstan e û em jî kurd in. Em li ser xaka Kurdîstanê dijîn. Her çiqas we Kurdîstan kirîbe çar perçe jî ji bo  me Kurdistan e.  Em sînorên we ji me re danîne qebûl nakîn. Heta niha ji me sînor nas nekirine û ji vê demê şûnde jî em sînorên we nas nakîn. Colemêrg jî bajarekî qedîm ê vê erdnîgaiyê y.  Bajarekî çil sale li rûmeta xwe,têkoşîna xwe xwedî derdikeve. Ji bo min şerefeke, rûmeteke ku ez li vî bajarî hatime hilbijartin. Ez girtî bûm lê bajarê me dîsa li vîna xwe xwedî derket û em hilbijartîn. Ez rêzdarî û hurmeta xwe ji wer re pêşkêş dikim.”
 
‘18 salin îktîdara AKP'ê ji vî gelî re tiştek nekiriye'
 
Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê û wiha dom kir; " Li Wanê mitîngek bi girseyî hate lidarxistin.  Bi her zimanekî gotina  'Ji şer re na, ji aşitiyê re erê' hebû. Birêz Abdullah Ocalan, dibê 'Ez ji sala 1996’an de di girtîgehê de hewl didim ku aşitiyeke mayînde, aşitiyeke bi rûmet pêk bînim. Lê hikûmeta AKP - MHP'ê vê qebûl nake'. Bi saya çalakiyên birçîbûnê riya Îmraliyê hate vekirin.AKP’ê carekî gotibû em dikarîn pirsgirîka kurd çareser bikîn, kurdan ji dengê xwe dabû AKP’ê û jê re gotin ku em dengê xwe didîn we pirsgirîka kurd çareser bike. Lê belê me di dawiyê de zanî ku AKP ne dilsoze. 18 sal in AKP’ê ji gelên Tirkiyeyê re tiştek nekiriye. AKP tenê got ez ê bikim lê nekir. îktîdara xwe parast û xwe parast weki din tiştek nekir. Ji ber wê em careke din dubare dikîn û dibêjin banga birêz Ocalan bangek bi rûmet e û dibêjin bila AKP hişê xwe komî serê xwe bike. Bila bizanibin ku bi vî awayî nameşe.  Her çiqas ku AKP wisa tevbigere jî divê em bizanibîn ku AKP û MHP têk çûne.” 
 
‘Em ê statûya xwe bi dest bixin’
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmetê kir ku ji bo aşitiyeke mayinde guh bidin banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axaftina xwe bi dawî kir;” Ez bawerim ku ew heta hilbijartinê ji namînin û îktîdara wan dê hilweşe. Bi kîjan awayî bên bila bên ew mecburin ku pirsgirîka kurd çareser bikin. Pirsgirîka Tirkiyeyê ya herî bingehîn pirsgirîka kurd e. Ji ber vê yekê gava ku me dest bi grevên birçîbûnê kir, me bal kişand ser tiştekî. Me got ku AKP û MHP bi zanebûn dengê birêz Ocalan qut dikin. Ew dizanin ku birêz Ocalan biaxive wê roj li  Rojhilata Navîn hilê. Ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn dengê birêz Ocalan sekna wî, felsefeya wî têra tevahiya gelan dike. Ji ber wê dengê wî qut kirin û xwestin li gorî xwe Rojhilata Navîn Dîzayn bikin. Lê ew ji baş dizanin ku gava deriyên Îmraliyê vedibin, birêz Ocalan di her hevdîtina xwe de manîfestoyekê dişine û ji gel re dibêje ’Ji bo aşitiyê hewl bidin, li ber xwe bidin’. Ez wekî hevseroka KCD’ê dibêjim ku em ê çalakiyên xwe zêde bikin û li ber xwe bidi.  Em ê yêkitî û tifaqa xwe xurt bikîn em ê bi ser bikevîn. Yan em ê statuya xwe bi dest bixin yan jî em ê sedsalên din wenda bikîn. Ne hewceye ku em sed salên din wenda bikîn. Divê em bibîn yek û li dijî perçekirinê li ber xwe bidîn. Em bi xwe bawer in serkeftin ya me ye.”