Girtina Raîfe Înatçi ya 70 salî ji wezîrê dadê hat pirsîn

  • 14:45 2 Îlon 2019
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Semra Guzel, rewşa Raîfe Înançi ya ku bi hinceta di sala 2009'an de li Amedê tevli meşeke bûye û 3 sal, mehek û 15 roj ceza lê birîn û çend roj berê şandin girtîgehê, bir rojeva meclisê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamût Gul bibersivîne. 
 
Çend roj berê pîra 70 salî Raife Înatçi, bi hinceta li Amedê di sala 2009'an de tev li meşekê bûye, doz lê hatibû vekirin û bi îdîaya “Propaganda rêxwistinê kiriye û “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 3 sal û 1 meh û 15 cezayê girtîgehê lê birîn û şandin girtîgehê. Piştî cezayê Raîfe Înatçi teqez bû şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Parlamentera HDP'ê Semra Guzel, rewşa Raîfe Înançi ya 70 salî bir rojeva meclisê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamût Gul bibersivîn
 
Semra ji bo Wezîr Gul bibersivîne ev pirs pirsîn: 
 
“* Wezareta we ji girtina Raife Înatçi agahdar e ya na? Biryara der barê Înatçi de hatiye dayîn çiqas adîl û darizandina wekhev esas digire? 
 
* Li gel xwendin û nivisandina Raife Înatçi tune ye çawa ji pankarta ku hilgirtiye berpirsiyar tê girtin? Tenê hilgirtina pankartê çiqas dibe sedema cezakirinê? 
 
* Li girtîgehên Tirkiye gelek girtî nexweş in û nayên dermankirin. Di rewşek wisa de girtina pîra 70 salî çiqas li gorî mafên mirovan û hiqûqê ye? 
 
* Malbata Raife Înatçi diyar dikin ku rewşa Raîfeyê ya tenduristiyê pir xerab e û nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî. Wezaret wê têkildarî temen û girtiyên nexweş tu guhertinan çêke ya na? "