Zarokek di Çemê Xabûrê de fetisî
- 13:16 2 Îlon 2019
- Rojane
HESEKÊ - Roja Înê li gundê Til Necmê zarokekî 13 salî ku xwest di Çemê Xabûrê de avjeniyê bike jiyana xwe ji dest da.
Roja Înê saet di navbera 11.00'an û 13:00'an de, li Gundê Til Necmê yê girêdayî Navçeya Til Temir ku Çemê Xabûr tê re derbas dibe zarokekê bi navê Mihemed Hilal yê 13' salî ji bo ku xwe hînik bike xwest di çem de avjeniyê bike, lê ji ber ku serê wî di nava du keviran de asê ma.
Gundiyên ku bi hewara zarok ve hatin ew rakirin nexweşxaneyê. Lê li gel hemû hewldanan jî zarok jiyana xwe ji dest da.