Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 15’an de didome

  • 13:08 2 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Welatiyên ku 15 roj in li Cadeya Lîseyê ya Amedê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya rûniştinê li dar dixin gotin:"Ev hêj destpêk e." 
 
Welatî û parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber û endamên meclîsa şaredariyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên li Wan, Amed û Mêrdinê li dijî biryara Wezîrê Karen Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de qeyûm tayinî ser şaredariyan kir, 15 roj in li kolanan çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin.
 
Li Amedê çalakiya rûniştîne li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin pêk tê. 15 roj in welatî û HDP'yî li gel dorpêça polîsan çalakiya xwe ya rûniştinê pêk tînin. Di çalakiyê de bê navber dirûşma “Ev hêj destpêk e, têkoşîn didome." tê berzkirin. 
 
Dîsa gelek parlamenter, hevşaredar û hilbijêrên HDP’ê di çalakiyê de cihê xwe girtin. Meclîsa Şaredariya Rezan jî bi pankarta “Dest nede vîna min" tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de kursiya serbes hat avakirin û welatiyan bertekên xwe anîn ziman. Li vir stran gotin û helbest xwendin.