ÎRA: Di nav 10 rojan de 15 rojnameger hatin binçavkirin

  • 11:40 2 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad bîlançoya meha tebaxê aşkera kir. Li gorî bîlançoyê tenê di 10 rojên dawî yên tebaxê de 15 rojnameger hatin binçavkirin, hatin astengkirin, der barê wan de lêpirsîn û doz hatin vekirin.
 
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser zextên li ser rojnamegeran a meha tebaxê. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku zext û tundiya li ser rojnamegeran her ku diçe zêde dibe, her meh rojnameger tên binçavkirin, girtin, darizandin û rastî cezayan tên. 
 
'Derbarê rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin'
 
Di daxuyaniya nivîskî ya ÎRA'yê de hat gotin ku di meha tebaxê de zextên li ser rojnamegeran derket asta herî jor û wiha hat gotin: "Di meha tebaxê ku çalakiyên civakî li kolanan zêde bûn, zextên li ser rojnamegeran jî zêde bûn. Tenê di 10 rojên dawî yên tebaxê de 15 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnameger bi dehan caran hatin astengkirin. Der barê wan de lêpirsîn û doz hatin vekirin. Gihandina sedan nûçeyan hatin astengkirin."
 
'Divê zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibe'
 
ÎRA, di daxuyaniyê de da zanîn ku hêvî dikin ku zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibe û wiha qala daxwazên xwe kirin: "Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) dixwazin demek berî demekê zext û tundiya keyfî û li dijî zagonan a li ser rojnamegeran bi dawî bibe. Li Tirkiyeyê hêj 146 rojnameger girtî ne. Ger ku hikûmet diparêze Tirkiye welatê demokratîk e û hurmeta wê ji hiqûqê re heye, wê demê divê bi lez rojnamegerên girtî serbest berde û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bike."
 
Bîlançoya meha tebaxê ya zextên li ser rojnamegeran wiha ye: 
 
"* 146 rojnameger girtî ne. 
 
* 15 rojnameger hatin binçavkirin. 
 
* Li 2 rojnamegeran lêpirsîn vekirin. 
 
* Li 5 rojnamegeran doz vekirin. 
 
* Ceza dan 1 rojnamegerî. (2 sal û 4 meh û 3 roj). 
 
* Gîhandina 700 nûçeyan asteng kirin. 
 
* Bi ser mala 1 rojnamegerî de girtin. 
 
* 2 rojnameger rastî lêdanê hatin. 
 
* 1 rojnameger rastî êrîşa çekdarî hat. 
 
* Rojnamegerekî ji ber zextan dest ji rojnamegeriyê berda. 
 
* Li Wan, Amed, Mêrdîn û Stenbolê bi dehan caran rojnamegerên nûçeyen li kolanan dişopandin rastî astengiya polîsan hatin. 
 
* RTUK erkdar kirin ku radyo û televizyonên li ser înternetê weşanê dikin sansur bike. 
 
* Ji bo Nasnameya Zer a çapemeniyê asteng bikin lîsteyek amade kirin."