Nîlgun Toker: Ji bo bidawîkirina tundiyê pêkanîna qanûnan divê

  • 09:14 2 Îlon 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Prof.Dr. Nîlgün Toker der barê peymana Stenbolê û qanûnên heyî de nirxandin kir. Nîlgunê diyar kir ku ne pêkanîna qanûnan tundiya heyî zêdetir dike. 
 
Ji bo pêşî li  tundiya heyî ya li  Tirkiyeyê bê girtin û zayendiya civakî ya hevpar bê avakirin peymana Stenbolê hatibû îmzekirin. Lê li gorî vê peymanê ji aliye dewletê ve heta niha  bi tu awayî gavên girîng nehatine avêtin. Têkîldarî peymana Stenbolê û qanûnên Tirkiyeyê Prof.Dr. Nîlgün Toker nirxandin kir. Nîlgunê bi lêv kir ku ji bo pêkanînan Peymana Stenbolê divê tevgereke sivîl bê avakirin. 
 
‘Peymana Stenbolê bi têkoşîna jinan hate îmzekirin’
 
Nîlgunê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi peyama Stenbolê tundiya li dijî jinê teşhîr bû û wiha axivî;” Ji xeynî qanûnên parastina jinan niha tiştê herî girîng ew e ku fermanên divê qanûnên heyî bên pêkanîn bên dayîn. Li Tirkiyeyê bi saya têkoşîna tevgera jinê peymana Stenbolê hate amadekirin û di gelek qanûnan de guhertin pêk hat. Li gel peymana Stenbolê tundiya li dijî jinan hate teşhîrkirin. Lê hîna peymanên ku nehatine destnîşankirin hene. Pêwîste ev peyman hemû bên destnîşankirin. Lê ji xeynî derxistina qanûnan divê qanûnên heyî bên pêkanîn. Divê berpirsiyarî bi qanûnan bê bicihanîn. Niha li Tirkiyeyê ji ber  bîrdoziya desthilatdar û bîrdoziya muhafazakar qanûnên heyî nikarin bên pêkanîn . Ev qanûn têra parastina jinan nake. Ji ber wê jî ji bo ku jin bibin xwediyên mafan divê têkoşîneke bîrdozî bê dayîn." 
 
‘Tundiya heyî bi derxistina qanûnan ji holê ranabe
 
Nîlgunê anî ziman ku peyman girîng û bi wate ne û got ku pêkanîna qanûnan dikare pêşiya her xirabî û tundiyê bigire û wiha pê de çû;” Peymana Stenbolê hatiye destnîşankirin lê nayê pêk anîn. Pêkanîna peymana Stenbolê li gel qetilkirina Emîne Bulutê careke din kete rojevê. Li gorî peymana Stenbolê ji bo ku jin ji tundiyê bên  parastin divê gefên tundiyê ji holê rabin. Li gorî me peymanên bî awayî  pir girîngin. Peymanên bi vî awayî parastina mafên me bi hêz dike. Ji ber  ku qanûn  li dijî tundiyê ne ji me re pêwîstin. Ji ber wê jî ez peymana Stenbolê girîng û bi wate dibînim. Lê  tundiya heyî bi derxistina qanûnên nû  ji holê ranabe. Ji ber ku qanûnên heyî nayên pêkanîn û Ji bo tunekirina tundiyê ji xwe zagon hene. Pirsgirîk pêk nehatina van zagonane. Dewletên desthilatdar tundiyê wekî çandekê belav dikin û piştre li gorî cûreyên tundiyê qanûnan derdixînin û ji bo pêkanîna van qanûnan ji tu hewlêdanên wan tüne ne. Raya giştî çiqas çalakiyên ku tundiyê zede dike bike wê tundî her hebe û dê meşru bibe. Divê dewlet ji bo ku mekanîzmayên qanûnan pêk bîne  bê dafdan. Ji bo ku hikumet di pêkanîna qanûnan de berpirsyariya xwe bîne cih pêwîste tevgereke sivîl pêk bê.”
 
‘Li dijî tundiyê têkoşîn berpirsyariyeke civakî ye’
 
Nîlgunê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî tundiyê deng derxistin berpirsyariya herkesî ye û wiha bi dawî kir;” Ji bo ku em têkoşîna mafên xwe bidîn divê em bi hev re bi piştgiriyeke mezin tebikoşin. Ji ber wê ji divê jin dengê xwe bilind derbixin. Ne tenê jinên ku tundiyê dibînin divê her jinek li dijî tundiyê têkoşînê ji xwe re ferz bibîne. Ji bo sekinandina tundiyê divê têkoşîn bê dayîn. Li dijî tundiyê sekinandin û ji bo ku tundî ji holê rabe divê herkes di heman çeperên têkoşînê de cih bigire û berpirsiyariya xwe ya civakî pêk bîne. Em hemû ji vê yekê peyvirdarîn. Ger di holê de xirabiyek yan jî tundiyek hebe, divê ji bo xelaskirina vê em bikevîn nav hewledanan. Divê em jin hemû bi hev re li dijî vê bisekînîn û vê piştgiriyê çareser bikîn.”