Komeleya Mafê Mirovan a Qamişloyê bi boneya 1'ê Îlonê daxuyanî dan

  • 08:36 2 Îlon 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Komeleya Mafê Mirovan ya Qamişloyê daxuyanek dan û gotin: "Banga me ji tevahî desteyên netewên yekbûyî  re heye ku rê li pêşiya kiryarên şeran bigrin."
 
Li bajarê Qamişloyê Komeleya Mafê Mirovan bi boneye 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li çerxereya sonî  li taxa Şerqî bi tevlîbûna bi dehan ji jinên sazî û dezgehên civakî yên jin hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Siyaseta demokratîk li ser esasê hirmeta mafê mirov aştiye", "Na ji kiryarên şeran re" û " Em daxwazên aştiyê ne" hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Komeleya Mafê Mirovan Medya Osman ve hat xwendin. 
 
'Em Sûriyeyeke aram û aştiyane dixwazin' 
 
Mediya di despêka daxuyaniyê de da zanîn ku cîhan qala aştiyê dikin û welatê mirovan dagir dikin û wiha pêde çû: "Di demekê de ku tevahî cîhan xwe amade dike da ku  şahiya aştiyê li darbixê mirov, civak, welat bi kuştin û êrîşan re rû  bi rû dimînin. Di nava van salên şer li Sûriyê mixabin tû kêfa me ji bo  roja aştiyê tuneye, ji ber her roj kuştin, koçberî û talankirina jînan û mirovan  di welatê me de heye. Êşa me kûre. Her kes êrîşî welatê me dike û berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pektînin. Îro gelê me rastî gefxwarinên Tirkiyê tê, gelek parçe li Sûriyê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne em ê çawa aştiyê bipejirînin û welatê me di bin destê dijminan de ye. Eger ev rengê rast yê aştiyê bê wê caxê aştî li 
cîhanê jî tune ye."
 
Mediya di dawiya daxuyaniyê de banga aramiya gelan û Sûriyeyeke demokratîk kir û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em wekî Komeleya mafê Mirovan li  herêma Cizîrê bi boneya roja aştiya cîhanê me ji bo xwe rawestand. Banga me ji tevahî desteyên netewên yekbûyî  re heye ku rê li pêşiya kiryarên şeran bigrin û bihêlin em di Sûriyeyeke aram ji bo tevahî gelan azad bijîn." 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Berxwedan jiyane"," Jin jiyan azadî " bi dawî bû.