Ji Enqereyê bang kirin: Em jin li hevserokatiyê xwedî derdikevin

  • 18:57 1 Îlon 2019
  • Rojane
ENQERE - Di mîtînga li Enqeryê ku gelek kes tevli bû jinên Enqereyî gotin "Em jinên ku li dijî darbeya li îradeya gel hatiye kirin derdikevin."
 
Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aaştiyê ya Cîhanê ku li Qda Tandogan a Enqereyê hat lidarxistin bi sendan kes tevli bûn. Mîtînga ku bi dirûşma "Li derve û li hindir ji şer re na" hat lidarxistin li gel parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tevli bûn.
 
'Em jinên ku li dijî serweriya AKP'ê li ber xwe didin in'
 
Di mîtîngê de ji platforma Jinan a Enqereyê di serî de Buse Uçer axivî û ev tişt got: "Em ji bo daxwaza aştiyê biqîrin li qadan e.Em jinên koçber ku ji ber şer reviyane û li kolanan têkoşîna jiyanê didin e.  Em jinên ku ji ber ji xeta jina meqbûl derketine bi bi cudakariyê re rûbirû mane û ber bi întîharê ve hatine dafdan ên lezbiyen, trans û bîseksuel in, Em jinên ku rastî her cureyên tundiya nijadperest tên û li pergala hevserokatiye xwedî derdikevin in û em jinên xweza parêz in." 
 
Piştî axaftinan li ser navê Hêza Ked û Demokrasiyê  Tayfun Gorgun daxuyanî xwend. 
 
Mîtîng bi muzîkê û bi dirûşman bi dawî bû.