'Em pêşerojeke ku gel li dora nirxên hevpar kom bibin dixwazin'

  • 18:32 1 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Bi minasebeta 1'ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qoserê di meşa ku hat lidarxisin de Ahemt Turk axivî û wiha got: "Em li vî welatî pêşerojeke ku gel li dora nirxên hevpar kom bibin dixwazin." Di metên hevpar ku ji aliyê saziyên li bajêr ve hat dayîn de jî  ev tişt hat gotin: "Em ê bi dirûşma ku ji bo hemû gel di nav aştiyê de bijîn têkoşîna xwe bidomînin." Piştî meşê jin bi kincên xwe yên kurdî tevli daxuyaniya hat dayîn bûn.
 
Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş hat lidarxistin. Di meşa hat lidarxistin de parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Pero Dundar, Ebrû Gunay, Parlamenterên Êlihê, Rutu Tiryakî Necaî Îpekyuz, Saziyên sivîl ên li bajar, Rêveberên HDP û DBP'ê  Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û Meşcisa Ciwanên HDP'ê  tevli meşa ku ji ber Mala Mamosteyan hat destpêkirin bûn. 
 
Di meşê de dirûşmên "Ji bo aştiyeke bi rûmet tu jî rabe ser piyan" , "Hevserokatî xetta me ya sor e" û "Heq hiqûq edalet" hatin berxkirin û dowîzên bi nivîsa "Mêrdîn ya Meye" û "Kuştina jinan polîtîk e" hatin hilgirtin. Kesên derdorê jî bi çepik û tilîliyên xwe piştgirî dan meşavanan. 
 
'Polîtîkayên lînçkirinê hatin pêkanîn'
 
Piştî meşê Hevşaredarê ku qeyûm li şûna wî hat tayînkirin Ahmet Turk axivî: "Em bi gelê xwe û berxwedana xwe bawer in. Em ê vê siyaseta qirêj bi hêza xwe û baweriya xwe bi erê re bikin yek.  Îroa roja Aştiyê ya Cîhanê ye lê mixa bin hêzên faşît û nijadperest gel anîne hemberî hev. Em dixwazin hemû gel li dora nirxên hevpar kom bibin."
 
Piştî axafitna Ahmet Tirk metnê hevpar ên STK'yên li bajêr hat xwendin. Metnê daxyaniyê ji alyê Berdevkê Demê yê KESK'ê  ozgur bîlek ve hat xwendin. 
 
Piştî metnê hevpar ê daxuyaniyê parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Ruştu  Tiryakî derbarê pêvajoya piştî qeyûm ya li mêrdîne de axivî. 
 
Bername piştî axaftinan bi çepik û dirûşmên "Heq hiqûq edalet bi berxwedanê pêşeroj" bi dawî bû.