Jinên li Amedê bi dirûşma 'Em natirsin, bêdeng nabin û îtaat nakin' tevlî mîtîngê bûn
- 17:31 1 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Li Amedê mîtînga 1'ê Îlonê ya bi navê "Ji bo aştiyeke bi rûmet çareseriya demokratîk" dest pê kir.
Bi hezaran kes bi minasebeta 1'ê Îlonê bi dirûşma "Ji bo aştiyeke bi rûmet çareseriya demokratîk" li Qada Îstasyonê ya Amedê kom bûn. Mîtînga ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatî organîzekirin li qada Îstasyonê dest pê kir.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveberên HDP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), berdevka Platforma Demokrasî û Kedê Dogan Hatun, Partiyên Kurdistanî û rêxistinên sivîl tevlî mîtîngê bûn.
Li qada mîtîngê pankartên 'Jin jiyane jiyanê nekûje' û 'Li dijî şer û faşîzmê aştî û demokrasî" hatin daliqandin. Her wiha di qada mîtîngê de dirûşmên wekî, "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", Li dijî faşîzmê mil bide milê hev", "Ji bo aştiyeke bi rûmet rabe ser piyan", "Em bêdeng nabin, natirsin û îtaat nakin", “Li dijî qeyûman vîna gel”, “Li dijî şer aştî”, "Li dijî qeyûm mil bide milê hev”, “Gelê Amedê ne bi tenê ye”, “Ji qeyûm re na” û “Maf, hiqûq û edalet” hat berzkirin. Her wiha jin bi cilên xwe yên gelerî û kurdewarî tevlî mîtîngê bûn û dimênên rengîn derxistin holê.
Her wiha aktîstên TJA'yê li kolana Kutupxaneyê ya li Ofîsê kom bûn û bi dirûşma "Em natirsin, bêdeng nabin û îtaat nakin", bi çepik û tilîliyan heta qada mîtîngê meşiyan.