'Gelê me li mala xwe, kolan û taxên xwe piştevaniya li dijî qeyûman mezin dike'
- 17:30 1 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, di mîtînga 1'ê Îlone Roja Aştiya Cîhanê de diyar kir ku tayînkirina qeyûm darbe ye û wiha got: "Gelê me vê darbeyê tu carî qebûl nake. Li mala xwe, kolan, tax û qadan piştevaniya li dijî qeyûman mezin dike."
Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Wanê li Parka Aştiyê ya Musa Anter, bi axaftinan didome. Girseyên ku li dervê qadên mîtîngê li hev kom bûn, bi meşên cuda yên girseyî ketin qada mîtîngê. Girseya di pêşengiya rêveber û endamên KESK, DİSK TMMOB'ê de dest bi meşê kir, bi girseyî derbasî qadê bûn. Girseya ku li pêş Navenda Karkeriya Aydın Perihan kom bûn, bi dirûşmeyan ketin qadê. Hevşaredar û gelek jinên tev li korteja meşê bûn, cilên spî li xwe kirin û laçikên spî avêtin ser stuyên xwe. Girseya jinan jî di meşê de pankarta "Li dijî şer ji bo aştiyê tu jî rabe ser piyan" vekirin û meşiyan. Dema jin ketin qadê girsê bi çepik û tîlîyan pêşwazî kirin.
Girseya HDP'ê jî bi pankarta "Li dijî şer, darbe û zordariyê tu jî deng bide aştiyê" vekirin û ketin qadê. Girse di 2 nokteyên cuda yê lêgerîna polîsan re derbasî qadê dibin. Girseya ku daket qadê û qad bi rengê spî xemilandin, dest bi govendê kirin. Mîtîng bi tevlêbûna hezaran û rêzgirtinê dest pê kir. Girsê li ber muzîkî govend gerandin û bê navber dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin berz kirin. Piştî mîtingê dest pê kir, Kerokê Komîteya Amadekar a mîtîngê Bedir Yamaç, bal kişand ser wate û girîngiya 1'ê Îlonê. Piştre Serhat Çarnewa derket ser dikê stran gotin.
'Gelê me li mala xwe, kolan û taxên xwe piştevaniya li dijî qeyûman mezin dike'
Parlamenterên HDP’ê û Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin derketin ser dikê û girse silav kirin. Ozgokçe, “Jiyana aştiyane ya 1'ê Îlonê emê her dem zindî bihêlin. 1'ê Îlonê sembola jiyana azad û jiyana hevpar e. Hişmendiya HDP’ê peyama 1'ê Îlonê ye. Hûn hemû dizanin em çawa ketin hilbijartinê. Em di bin tundî, zext û zorê de ketin hilbijartinê. Hêj me negot 'bismillah' dest danîn ser 3 şaredariyên me. Bi destê YSK'ê şaredariyên me ji me stendin. Bi îmzeya Suleyman Soylu dest danîn ser şaredariyan. Ev darbeyek aşkere ye. 19'ê Tebaxê darbeya siyasî ye. Gelê me vê yekê li dijî vîna xwe wekî bê hurmetiyek mezin û neheqiyek mezin pênase dike. Gelê me li mala xwe, kolan û taxên xwe û qadan piştevaniya li dijî qeyûman mezin dike. Bi vê biryara gel qeyûm tu carî rewa nabin. Wê tu carî rewa jî nebin. Hevşaredarên rewa Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û hevşaredarên Wanê em in. Yên dest danîn ser şaredariyê vê carê şaredar kirdine hedefa xwe. Dixwazin qeyûm rewa nîşan bidin. Lê tu carî qeyûm rewa nabe. Me pere neşandine Qandîlê û ne jî şandine cihekî din. Ev hemû derew in."
'Teqez em ê bi ser bikevin'
Bedîayê, anî ziman ku her roj bi agahiyên tacîz, tecawiz û cînayetan hişyar dibin û wiha bi dawî kir: "Li dijî tacîz û tecawizê qaşo têdikoşin. Ji me re dibêjin 'Hûn nikarin Hevserokatiyê bikin' Di qada siyasî de ev rêbaza herî demokratîk û mirovî ye. Rêbaza herî rewa û jiyanî ye. Ev diyariya HDP’ê ya herî bi qîmet e. Em pergala hevserokatiyê li hemû beşên partiyê dixin meriyetê. Gelê me ev yek erê kiriye. Gelê me ev yek rewa dîtiye. Teqez em ê bi ser bikevin."
Mîtîng bi axaftinan didome.