Hevdîtinên jinên rêveberiyên rûsipiyên eşîran ên Ereb bi dawî bû
- 16:55 1 Îlon 2019
- Rojane
TEBQA - Hevdîtinên jinên rêveberiyên rûsipiyên eşîran yên ereb ên li herêmên rizgarkirî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Hevdîtinên jinên rêveberiyên rûsipiyên eşîran yên ereban ên li herêmên rizgarkirî ku bi dirûşma" Bi hevgirtinê em bi ser ketin û ji bo parastinê em ê li ber xwe bidin " dest pê kiribû bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Hevdîtina jinan li bajarê Tebqayê li gela Caber bi tevlîbûna bi sedan ji jinên ereb li Tebqa, Reqa, Dêrazorê û Mincibê û Eşîrên wan Begara, Bûcabir, Bûwehib, Icêl ,sazî û desgihên jinên ereb, Meclisa Jina Sûriyê û Jinên partiya Pêşeroja Sûriyeyê dest pê kiribû. Hevdîtin bi encamnameyên wê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hat eşkerekirin.
Encamnameyên hevdîtinê wiha ne:
*Divê Efrîn, Cerablûs, Ezaz El bab ji dewleta tirk bê rizgarkirin.
*Divê dewletên navnetewî pirojeya netewa demokratîk li Sûriyê bipejirînin û statuya rêvebriya xweser were qebûlkirin.
* Hêzên Sûriyaya Demokratîk hêzên parastina vî welatî ne divê em piştgirtiya wan bikin û wekî hêza parastina herêmê di nava Sûriyê de were qebûlkirin.
*Di derbarê darizandina DAÎŞ'yan de divê jin xwedî biryar bin.
*Divê êrîş û dagirkerîya li ser civakan were rawestandin.
*Divê rola jinê di hevpaymanên siyasî de were xurtkirin û di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê û destûrên nû de jin xwedî erk û misyon be.
Hevdîtina jinan bi dirûşmên "Bijî îradeya gelan","Bijî Sûriyeya azad û demokratîk" bi dawî bû.