Li Stenbolê 1'ê Îlonê: Em ê li dengê xwe, îrade û jiyana hevpar xwedî derên
- 16:54 1 Îlon 2019
- Rojane
STENBOL - Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Stenbol bi tevlêbûna deh hezaran didome. Girsê di mîtîngê de hêrsa xwe ya li dijî qeyûman anîn ziman. Di daxuyaniya hevpar a mîtîngê de gotin: “Qeyûm tenê tayînî vîna gelê Amed, Mêrdîn û Wanê nehatiye kirin. Qeyûm êrîşî vîna hemû gelan e."
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li Qada Kartalê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar xist. Mitîngê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir. Bi dirûşmên “Li dijî qeyûman vîna gel” û “Li dijî şer aştî” mîtîng li dar xistin. Bi dirûşman bal kişandin ser tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê. Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî di mitîngê de cihê xwe digirin. Polîsan di têketinê qadê de bendên xwe danîn û li du deriyên dikevin qadê lêgerîn kirin. Hin welatî di saetên serê sibê de çûn qada mitîngê. Bi deh hezaran welatî li ber Navenda Çandê ya Hasan Alî Yucel kom bûn û bi meşê çûn qada mitîngê. Pankartên “Em jî ji aştiyê re amade ne”, “Em ê destûr nedin desteserkirina pergala hevserokatiyê”, “Em ê bi hev re aştî û demokrasiyê biparêz in”, “Li dijî şer aştî, li dijî qeyûm piştgirtina civakî” di meşê de hatin hildan. Girseyê bênavber dirûşmên “Ji Stenbolê heta Mêrdînê li dijî qeyûm mil bide milê hev”, “Gelê Amedê ne bi tenê ye”, “Ji qeyûm re na” û “Maf, hiqûq û edalet” berz kir. Her sazî bi pankart û daxwazên xwe di meşê de cih girtin. Di meş û qada mitîngê de dîmenên rengîn derketin holê. Kêliyek jî li dijî qeyûman dirûşm bêdeng nebûn. Dowîzên li dijî talankirina Heskîf, Çiyayê Kaz, li dijî qeyûman û li dijî kuştina jinan hildan. Di meşê de korteja dayikên laçik spî ku bûne sembola aştiyê û jinan balê kişand ser xwe. Beriya meş dest pê bike jinan pêşmalkên rengên wan xumrî yên nivîsa “Niha dema azadiyê ye” li xwe kirin û govend gerandin.
Piştî meşê bi hezaran kes derbasî qadê bû û li gel stranan govend gerand. Piştî demekê ku welatiyan govend gerand, mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Komîteya Amadekar a 1'ê Îlonê derket ser dikê û gel slav kir. Li ser navê Komîteya Amedekar Atilla Ozdogan got: "Ji şer re butçeyek pir mezin vediqetinin. Em Kurd, Laz, Tirk û hemû bindestên li Tirkiye dê bibin yek û li dijî şer têbikoşin. Em ê ji rejîma Qesrê re bêjin na."
'Bawerî û îradeya gel wê azadiyê bîne'
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin jî peyam şand. Peyama Ahmet Turk Endama Meclîsa Jinan a HDP'a Stenbolê Aysun Çeper xwend û wiha got: "Min pir dixwest tev li vê mîtînga Kartalê bibim. Lê ji ber gelek doz li min hatine vekirin û ji ber îmzeyan nikarim bêm. Em baş dizanin ku wê aştî, edalet, wekhevî û azadî bê. Vîn û biryara gel a ku li dijî qeyûman li nirxên xwe xwedî derdikevin wê azadiyê bîne. Emê hem li welatê xwe û hem jî li herêma xwe li dijî şer aştiyê bi rêxistin bikin. Bi vê baweriyê ez 1'ê ÎLonê Roja Aştiê ya Cîhanê li we pîroz dikim."
Piştre Hunermendên Koma Golge derketin ser dikê û stran gotin. Li qada mîtîngê Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu derbasî cem koma HDP’ê u Dayikên Laçik Spî bû û silav da wan.
Daxuyaniya hevpar
Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê Seroka Giştîya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Şebnem Korur Fîncanci û Nivîskar Orhan Alkaya daxuyaniya hevpra xwendin. Şebnem bi nîşaneya Serkeftinê û Alkaya jî bi kulma destê çepê derketin ser dikê û daxuyaniya hevpar xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Welatparêzên vî welatî, Kedkarên li dijî şer aştiyê dixwazin, yên li av, ax û xwezayê xwedî derdikevin, yên ji bo xwişk û biratiya gelan, yên di têkoşîna mafên wekhev de cih digirin, Jinên Wêrek ên li dijî cînayetên jinan û zarokan têdikoşin, yên ji bo kar, ked û pêşeroja xwe têdikoşin, gelên bindest, kedkar, karker, hûn bi xêr hatine mîtînga Aştiyê.
Kuştin û koçberkirin didome
Ciwanên me yên aştî li dîwaran û lênûska xwe nivisandin hatin kuştin, hêj rastî lêdan û tundiyê tên. Makîneyên şer hêj mirovan dikujin. Hêj kuştina milyonan mirovan, koçberkirina milyonan didome. Li Libya, Sûriye Afganistan û Yemenê penaberî didome. Derya Spî êdî bûye goristana penaberan. Hêj destkeftiyên Kurdan di bin gefan de ne. Ji bo em ked û demokrasiyê biparêzin aştî ferz e. Niha fatora krîzê li xizan û Kurdan dibirin.
Siyaseta yek mirovî ji bo rejîma xwe berdewam bikin nebe nabe dibînin. Polîtîkayên AKP’ê û rejima yek zilamî, polîtîka şer û neçareseriyê pêş dixe. Butçeya şer her sal zêdetir dikin. Bi hêzên emperyalist re, bi DYA û Rûsya re dikein pêşbirgê û dixwazin rolekî bidizin. Dixwazin li ser masa Rojhilata Navîn Rûnên û polîtîkayên Osmaniyê pêş bixin. Bi vê yekê welat bêtir dixe nava krîza aborî. Fatoraya krîza aborî ji pişta gel derdixin. Ev yek bêtir dibe xizanî, betalî û kedxwarî li gel vedigere.
Şer bêdengkirina jinan e
Şerê li herêmê û welat pêş dikeve, xizanî û betaliyê zêde dike. Dengê jinan ên li dijî tundî û cînayeta jinan qut dike û ditepisîne. Cînayeta jinan her diçe polîtîk dibe. Hikûmet bi sendikayên cemaweriyê yên hevkar re li hev dike û mafê karker û kedkaran dixwe. Polîtîkayên şer û yek zilamî yên AKP'ê bêtir zerarê dide xweza û dîroka welat. Çavkaniyên welat ên Çiyayê Kaz, Murat, Hasankeyf, Munzur, Artvin, Kutahya tevan pêşkêşî hêzên emperyalistan dikin.
AKP ku piştî hilbijartina 7'ê hezîrana 2015'an dengeya xwe winda kir, di hilbijartinêin 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de rêveberiyên herêmî winda kir. Bi vê yekê hatina aborî ku ji sedî 60’an di bin kontrola xwe de digirt winda kir. Piştî çavkaniya xwe ya aborî wida kir, li hundir dest bi xezpkirina mafê azadî û demokrasiyê kir. Li dijî kesên siyaseta demokratîk dimeşîne, akademîsyenên aştiyê dixwazin, karkeran şer da destpêkirin û bi KHK ji kar dûr xistin. Êdî heq û huqûqê nas nakin.
Qeyûm êrîşa lî dijî mafên civakê ye
Tayinkirina qeyûm ne tenê li dijî vîna gelê Wan, Amed û Mêrdînê ye. li dijî vîn û mafe bijartin û hilbijartina hemû gelan êrîşek e. Têkoşîna aliyên civakî ya li dijî serweriya yek kesî di pêvajoya pêşiya me de girîng e. Polîtîkayên zîhniyeta ku faturaya şer bi zem, kêmkirina heqê kedê li gel dibire û xewza, av û dewlemendiya binê erdê ya welatê me ji pergala emperyalîst re pêşkêş dike heman zîhniyet e. AKP û serweriya yek kesî dema xwe tijî kiriye. Lê bi hewl dide temenê xwe bi polîtîkayên tundî, qedexe û şer dirêj bike."
Em ê li wekheviyê xwedî derkevin
Hêzên Demokrasiyê ku xediyên rastyeqîn ên vî welatî ne wê têkoşîna xwe ya di 31'ê Adarê û 23'yê Hezrandê de geştir bikin û li dijî pergala yek kesî bi hev re têbikoşin. Em ê li dengê xwe, li îradeya xwe û li jiyana hevpar a wekhev xwedî derkevin. Li welatê me û li herêmê temînata aştiyê pênaseya welatpariyê û li dijî emperyalîzmê têkoşîna li rojhilata navîn jî têkoşîna li dijî sereweriya yek kesî ye.
Em ê bi hev re xwe ji tarîtiyê rizgar bikin
Îro li Stenbolê rêxistinên kedê, sendîka û partiyên siyasî îro em wekî hêza Ked Aştî û Demokrasiyê li vir in em ê vê hêza xwe bi hemû kesên aştîxwaz û demokrasî xwaz re di dema pêş de bikin yek û têbikoşin. Em ê bi vê têkoşînê bi hev re xwe ji tarîtiyê rizgar bikin.
Piştî daxuyaniya hevpar mîtîng bi stranên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) bi dawî bû.