Li Tebqayê hevdîtinên jinên rêveberiyên rûsipiyên eşîran dest pê kir

  • 16:05 1 Îlon 2019
  • Rojane
TEBQA - Li Bajarê Tebqayê di bin dirûşma "Bi hevgirtinê  em bi ser ketin   û ji bo parastinê em ê  li ber xwe bidin "  yekemîn  hevdîtinên  jinên rêveberiyên  rûsipiyên eşîran  li herêmên rizgarkirî  tê destpêkirin.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên jinên Ereb ên li bajarên Reqa, Tebqa, Dêrezor û Minbicê yekemîn hevdîtinên  jinên rêveberiyên  rûsipiyên eşîran  li herêmên rizgarkirî bi dirûşma " Bi hevgirtinê   em bi ser ketin û ji bo parastinê em ê  li ber xwe bidin " dest pê kir. Hevdîtin li kela Caber ya Tebqayê pêk hat. Di hevdîtinê  de bi sedan jinên  rûsipiyên êşîrên  ereban Eşîra Begara, Bûcabir, Bûwehib, Icêl, sazî û dezgehên jinên ereb, Meclisa Jina Sûriyeyê, Jinên  Partiya Pêşeroja Sûriyê  beşdar bûn.
 
Cihê hevdîtinê pankartên "Berxwedana eşîrên jinên ereb israra li ser jiyanan civaka ehlaqî û siyasî ya ji bo azadî , wekhevî û demokrasiyê ye "," Jin têkoşîna xwe li hember şeran mezin dikin" hat xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin.
 
'Jinên ereb wê bibin reng û xemla civaka Sûriyeke azad'
 
Li ser navê Rêveberiya Jinên Reqayê Meryem El-Ibrahîm, li ser navê Rêveberiya Xweser li herêmên ereban Cîhan Xidrawa, li ser navê Meclisa Jinên Sûriya Demokratîk Meryem El-Nasir , Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef, Kongreya Star Eyşa Fendî  û Meclisa Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hûda Mûsa  axivîn.  Kesên ku axvîn gotin: " Kombûneke jinên ereb bi ewqas hejmarê wekî cara yekem bi serê  xwe şoreşeke. Rêxistina jinên ereb û yekbûna wê  hêzeke xurt û heyecaneke mezin di dilê tevahî jinan de daye avakirin. Vaye îro di nava nexşeya netewa demokratîk de rengên cuda yên xweşikbûna vî welatî tê xweyakirin. Jinên ereb jî parçeyek ji şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê bûn.  Ferehiya vê şoreşê jinên ereb ji nû de da avakirin  ku ew jî li ser axa Sûriyê bibin xwedî nêrîn, erk û misyon. Em dikarin bêjin ev hemû destkeftiyên şoreşa jinê ye. Jinên ereb jî ji bo parastina axa Sûriyê amade ne û wê bi jinên netewên din re têkoşîna xwe mezin bikin û bibin bersiv ji hemû cureyên tundiya  bi sala ya ku deng û rengê wê di nava xemla civaka Sûriyê de dabû fetisandin." 
 
Her wiha li ser navê eşîrên Ereban li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî axaftin hatin kirin. Li ser navê Eşîra Begara Hiyam El-ehmed, Eşîra Bûcabir Zehra Selûm,Eşîra Bûwehib Delal Dîbo,Eşîra Icêl Xalîsa Elî axivîn. 
 
'Di rêxistinkirina herêmên rizgarkirî de jina ereb xwedî rol bû'
 
Jinên ku axivîn wiha gotin: "Armanca lidarxistina vê hevdîtinê da ku em wekî jinên ereb ji tevahî dunyayê re bidin xuyakirin ku va ye îro jina ereb azad e û xwedî  hêz e. Di nava sîstema demokratîk de jinên eşîrên ereban xwedî roleke girîng bûn. Di rêvebirina herêmên rizgarkirî de  xwedî rol bûn  û piştî ewqas sal di nava terorê de jiyane rêxistina jinê ava kirin . Jinên ereb rola rêxistinkirina civaka ereb dane ser milê xwe û bûn bersiv ji tevahî êrîşkarên ku dixwestin jina ereb kole bihêlin. Em ji vê derê ji axa Sûriyeyê em jin destê xwe dikin yek û destkeftiyên xwe diparêzin . Hêviyên me em tevahî  jinên  Sûriyê ji zilimê rizgar bikin û bi jinên netewên Sûriyêre azad bijîn."
 
Hevdîtinên  jinên rêveberiyên  rûsipiyên eşîran  li herêmên rizgarkirî   bi axaftinan didome.
 
Tê payîn ku wê di dawiyê de  encamnameyên  vê hevdîtinê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re were pêşkêşkirin.