Li Êlihê şahiya aştiyê hat qedxekirin

  • 15:35 1 Îlon 2019
  • Rojane
ÊLIH - Platforma Demokrasiyê ya Êlihê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest şahiya aştiyê li dar bixe. Lê Walîtiya Êlihê destûr neda şahiyê û şahî qedexe kir.
 
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest li Kolana Gulistanê şahiya aştiyê li dar bixe. Lê bi hinceta biryara Walîtiya Êlihê ya qedexeya çalakiyan heye destûr ji şahiyê re nehat dayîn. 
 
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê ku astengiya Walîtiyê re rûbirû ma, li pêş avahiya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û nûnerên Platforma Demokrasiyê, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkamaz  û Mehmet Demir û gelek kesên din amade bûn. Dema Platformê daxuyanî da, polîsan avahiya HDP'ê  dorpêç kir. Hevserokê SES'ê yê Êlihê Deniz Topkan, daxuyanî da û helwesta walîtiyê şermezar kir. 
 
Wekilê Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Îkram Îrgî jî daxuyanî xwend û qedexeya şahiyê şermezar kir. Îkram xwest hemû kesên demokrat û xwedî wîcdan li dijî şer derkevin û li aştiyê xwedî derkevin.