1'ê Îlonê li Êlih û Çewlîgê bi daxuyaniyan hat pêşwazîkirin
- 14:59 1 Îlon 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, rêxistina HDP'ê û hêzên ked û demokrasiyê li gelek navendan bi girseyî daxuyanî dan û 1'ê Îlonê pîroz kirin. Girseyên li hev kom bûn, di çalakiyan de tayînkirina qeyûm şermezar kirin û aştî û muzakere xwestin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek komele û rêxistinên demoratîk, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyaniyên girseyî dan û 1'ê Îlonê pîroz kirin. Her wiha girseyên ku li bajaran li hev kom bûn, tayînkrina qeyûman şermezar kirin, aştî xwestin û bang li hikûmetê kirin ku pêvajoya diyalog û muzakereyan bidin destpêkirin.
'Walîtiya Êlihê daxuyaniyan qedexe dike'
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi minasebeta 1'ê Îlonê li pêş avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên KESK'ê û TMMOB'ê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Polîsan destûr neda ku daxuyaniyê li dervê komeleyê bidin. Piştre rêveberên ÎHD'ê daxuyanî li komeleyê dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz, diyar kir ku 3 sal in Walîtiya Êlihê hemû daxuyaniyan qedexe dike û got: "Ev pêkanînên li dijî hiqûq û qanûn e. Em vê yekê qebûl nakin.
Li Çewlîkê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin
Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê jî li pêş Kuleya Saetê daxuyanî dan. Hevserokê HDP'ê yê Çewlikê Veysel Kaya û rêveberên HDP'ê amade bûn. Endamê Meclîsa Şaredariya Çewlikê Evindar Solmaz, diyar kir ku li ser axa lê dijîn wê her dem aştiyê biparêzin û got: "Li ser axa me 40 sal in şer heye. Şer bingeha xwe ji hêzên hegemon digirin. Ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin divê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Em tayînkirina qeyûm ya 3 bajarên kurdan qebûl nakin."