'Em dixwazin aştî û azadî her hebin'
- 14:25 1 Îlon 2019
- Rojane
HELEB - Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Jinên Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê li Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarên Helebê daxuyaniyek da.
Jinên Meclîsa Jinê ya Sûriyê li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê a bajarê Helebê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Navenda Meclîsa Jinan a Taxa Şêx Meqsûd a Şerqî ji aliyê Endama Meclîsa Jin a Sûriyeyê Heyfe Hesen ve hat xwendin.
Heyfeyê bal kişan roja 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û wiha domand: "1'ê Îlonê wek kevneşopî her sal tê pîrozkirin. Aştî nayê wê wateyê ku dewlet li ser pelekê îmze bike. Xeyalê her mirovî ew e ku li ser rûyê cîhanê bijîn. Pêwist e aştî di nava her gelekî û her cihekî de pêk were. Aştî û demokrasî bi hev re girêdayî ye, ji ber armanca aşitî û demokrasî dikeve xizmeta her pêkhateyan. Dema demokrasî tê gotin hemû gel, netew bi mafê xwe yê siyasî û civakî dikare bijîn."
Heyfeyê bi lêv kir ku banga vê rojê bidawîkirina kuştin û şer in û wiha pêde çû: "Di vê rojê de hemû gel pêwist e bi çand û zanista xwe tev bigere. Şerê ku li Sûriyeyê 9 sal bû berdewam e û hîn jî şerê dewletî di nava welatê me berdewam dike. Ev şer bû sedem ku bi hezaran jin, zarok û kal jiyana xwe ji dest dan."
Heyfeyê destnîşan kir ku ew weke jinên Meclîsa Sûriyeyê banga aştiyê dikin û wiha dom kir:" Em weke jinên Meclîsa Sûriyeyê li bajarê Helebê em dixwazin aştî pêk were. Daxwaza me ew e ku gel li ser esasa guhertin û azad welatê xwe bijîn. Em bang li dewletên navnetewî dikin ku şer û tundî were rawestandin û di nava welatê me aramî û aşitî were belavkirin. Em dixwazin aştî û azadî her hebin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî aştî" bi dawî bû.