Li Stenbolê Mîtînga 1'ê Îlonê dest pê kir
- 14:12 1 Îlon 2019
- Rojane
STENBOL - Mîtînga ku ji aliyê hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve, li Kartalê hat organîzekirin bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir. Jinên ku "Korteja mor" pêk anîn, bi meşê tevli mîtîngê bûn û bi dirûşên ku berz kirin bertek nîşanî qetilkirina jinan û êrîşên zayendî yên li dijî zarokan dan.
Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku ji aliyê hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve, li Kartala Stenbolê hat organîzekirin bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir. Mîtînga ku bi mijara şermezarkirina qeyûmên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wan û Mêrdînê hat destpêkirin, dirûşma wê "Îradeya gelan a li dijî qeyûman" û "Li dijî şer aştî" bû. Di mîtîngê de li gel parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek partiyên din ên siyasî û saziyên civaka sivîl jî tevli bûn.
'Gelê Amedê ne bi tenê ye'
Li qada ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin ji du milan ve gel herikiyê. Li gel dorpêçê jî welatiyan ji serê sibehê zû ve berê xwe dan qadê. Gelek kes jî li ber Navenda Çandê ya Hasan Alî Yucel kom bûn û bi meşê ketin qadê. Di meşê de pankarta bi dirûşmên, "Em jî ji bo aştiyê amade ne", "Hevserokatî pergala me ya azadya jinê ye nikare bê desteserkirin", "Em ê demokrasî û aştiyê bi hev re biparêzin" û "Li dijî şer aştî, li dijî qeyûman piştevaniya civakî" hat vekirin û dirûşmên "Gelê Amedê ne bitenê ye", "Em qeyûman naxwazin" û "Heq hiqûq edalet" hatin berzkirin."
Herwiha di meşa ku dirûşmên li dijî qeyûm bê navber hatin berzkirin dowîzên bi nivîsa "ji Heskîfê hat Çiyayaê Qzê, Munzurê ji talanê re na", "Li dijî qeyûman îradeya gelan","Jin jiyan" hati hilgirtin.
Jinan konrteja xwe ava kir
Gelek jinên ku di dema çalakiya greva birçîbûnê ya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê de bi laçikên xwe yên spî çalakî pêk anîn û Dayikên Aştiyê jî di nav wan de hebûn "Korteja Mor" ava kirin û meşiyan. Jinan beriya ku dest bi meşê bikin berdilkên mor ên bi nivîsa "Niah dema azadiyê ye" govend gerandin. Jinan bi dirûşaman bertek nîşanî qirkirina jinan û êrîşên zayendî yên li dijî zarokan dan.
Piştî meşê girseya ku derbasî qadê bû li ber muzîkê govend gerand. Piştî gerandina govendê mîtîng bi rêzgirtinê hat destpêkirin.